DFG: Meha îlonê 268 nûçe hatine astengkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê meha îlonê 12 rojnameger hatin desteserkirin û 4 jê hatin girtin.

Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê, rapora meha Îlona 2023yan a binpêkirinên li hemberî rojnamegeran eşkere kir.

Li gorî raporê, meha îlonê li 7 rojnamegeran 5 sal û 9 meh û 15 roj cezaya girtîgehê hatiye birîn.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku meha îlonê 12 rojnameger hatine desteserkirin û 4 jê hatine girtin.

Herwiha 164 parvekirinên medyaya civakî û 268 nûçe hatine astengkirin û 11 weşan hatine qedexekirin.

Li gorî heman raporê danûstandina xirab li hemberî 3 rojnamegeran hatiye kirin, di 11 bûyeran de şopandina nûçeyan a rojnamegeran hatiye astengkirin.

Di heman demê de derbarê 6 rojnamegeran lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Li gorî raporê, tevlî Hevseroka DFGyê Dicle Muftuogluyê niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 63 rojnameger di girtîgehê de ne.

"Berxwedaneke pêwîst nîne"

DFGyê di rapora xwe de got:

“Li derve ji bo veşartina rastiyan zext û zordariya li ser rojnamegeran berdewam e. Li girtîgehan jî binpêkirinên zêde li hemberî rojnamegeran tên kirin lê li dijî zextan mixabin berxwedaneke pêwîst nîne.”