Li ser enflasyonê TUÎK tiştekî dibêje ENAG tiştekî din

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) ragihand ku enflasyona meha Tebaxê, bi rêjeya ji sedî 9.09 zêde bûye û ya salane jî gihiştiye ji sedî 58.94an.

Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî diyar kir ku rêjeya enflasyona meha Tebaxê ji sedî 8.59 e û ya salane jî gihîştiye ji sedî 128.05an.

Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUÎK) amarên enflasyona meha Tebaxê eşkere kirin.

Li gorî amaran, Tebaxê enflasyon bi qasî ji sedî 9.09 zêde bûye û enflasyona salane ya Tirkiyeyê jî ji sedî 58.94 e.

Ligel amarên TUÎKê, Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî ragihand ku rêjeya enflasyona salane li Tirkiyeyê ji sedî 128.05 e û ya Tebaxê jî bi rêjeya ji sedî 8.59 zêde bûye.

Bi vî awayî cara yekem e enflasyona mehane ya ku TUÎKê ragihand ji ya ENAGê bilindtir derket.

Di meha Tebaxê de li gorîî meha Tîrmehê herî zêde bi rêjeya ji sedî 16.61 xerciyên veguhestinê biha bûne û herî kêm jî bi rêjeya ji sedî 3.1 xerciyên perwerdehiyê biha bûne.

Di meha Tebaxê de xerciyên hemû sektoran li gorî meha Tîrmehê zêde bûne.