Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nirxê komir û êzingan zêde bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxê gaza xwezayî û elektrîkê %20 giran bû, niha bi nêzikbûna demsala sermayê yan zivistanê re nirxê komir û êzingan jî zêde bûye. Di 9 mehên dawî de nirxê komir û êzingan sê qat zêde bûn. Ji niha ve welatî ketine derdê wê yekê ka dê vê zivistanê bo germkirinê çi bişewitînin.

Gaza xwezayî ya diçe malan %20,4, ya di karê pîşesazî de tê bikaranîn %50,8, ya di çêkirina elektrîkê de %49,5 zêde bûye. Elektrîka diçe malan jî %20, ya di pîşesazî de tê bikaranîn %50 û ya di karê bazirganî de jî tê bikaranîn %30 giran bûye.

Ji ber giranbûna gaza xwazayî û elektrîkê, xelkê bo germkirinê li cihê wan komir û êzing bikar dianîn. Lê niha ew jî gelekî giran bûne. Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ahmet Akin dibêje "Bi taybetî welatiyên ku li deverên çiyayî dijîn ji bo zivistanê xwe germ bikin êzing û komir bikar dianîn, lê niha ew jî zêde giran bûne. Di Îlona 2021ê de tonek êzing bi 1200-1400 lîreyan bû. Lê niha tona heman êzingan bi 3 hezar 600 lîreyî ye. Bihayê êzingan %160 giran bûye."

Komir jî bi heman awayî ye, di Îlona 2021ê de nirxê yek ton komir 2 hezar 600 heta 3 hezar lîre bû. Lê niha nirxê heman komirê 8 hezar heta 8 hezar û 600 lîreyan e. Nirxê komirê nêzîka sê qat zêde bûye. Vê yekê jî jiyana welatiyan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelekî zehmet kiriye.