Ahmet Davutoglu biryara dûrxistina xwe ji AK Partiyê rexne kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu derbarê biryara dûrxistina wî ji AK Partiyê de daxuyanî da û got: “Daxwaza Rêveberiya AK Partiyê nedûrxistina kesan e, armanca wê prensipên pêştir me anîbû bîra wan e.”

Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê twitterê li hemberî biryara Lijneya Rêveberiya Navendî AK Partiyê  a dûrxistina wî ligel Ayhan Sefer Ustun, Abdullah Başçi û Selçuk Ozdag ji AK Partiyê bertekên xwe nîşan da.

Davutoglu amaje kir ku AK Partî ji prensipên xwe dûr ketiye û wiha got: “Daxwaza Rêveberiya AK Partiyê nedûrxistina kesan e, armanca wê prensipên pêştir me anîbû bîra wan e. Em li ser gotina xwe ne û me gav paş de neavêtiye.”

Civîna Lijneya Rêveberiya Navendî AK Partiyê  di 2ê Îlonê de bi serokatiya Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan li navenda giştî ya partiyê hatibû sazkirin û di vê civînê de Lijneyê bi yekdengî biryara dûrxistina Ahmet Davutoglu, Ayhan Sefer Ustun, Abdullah Başçi û Selçuk Ozdag xwestibû.