Li Îzmîrê belema koçberan bin av bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çeşmeyê ya parêzgeha Îzmîrê belemeke koçberan bin av bû û 10 koçberên di belemê de hatin rizgarkirin lê kesek wenda ye.

Fermandariya Ewlehiyê ya Peravan a Tirkiyeyê îro  li ser malpera xwe ya fermî  ragihand ku li navçeya Çeşmeyê ya Îzmîrê belemeke koçberan bin av bûye û wan li ser agahdarkirinê 3 belemên ewlehiya peravan û helîkopterek ji bo rizgarkirina koçberan şandine cihê bûyerê.

Li gorî daxuyaniyê di encama xebatên tîmên  Ewlehiya Peravan de 10 koçberên di belemê de hatin rizgarkirin û xebat ji bo dîtina koçberekî wenda berdewam berdewam dikin.

Li gorî amarên Rêxistina Navneteweyî ya Koçê  (IOM) ji destpêka îsal heta 7ê Tîrmeha 2024an wate di 6 mehan de 878 koçber di nav Deryaya Spî de wenda bûne.

Herwiha li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Îtalyayê jî ji destpêka salê heta 5ê Tîrmehê 26 hezar û 202 koçber bi rêya deryayê çûne wî welatî.

Par heman amar 67 hezar û 102 kes bûn.

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Îtalyayê îsal li gorî par çûna koçberan ji sedî 40 kêm bûye.