Encûmena Leşkerî ya Bilind a Tirkiyê dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Leşkerî ya Bilind a Tirkiyê piştî salekê îro dicive û tê çaverêkirin erka Serfermandarê artêşa Tirkiyê bo dema salekê bê dirêjkirin.

Li gor agahiyan Encûmena Leşkerî ya Bilind a Tirkiyê îro Pêncşembê 4ê Tebaxa 2022ê bi serokatiya serokkomarê wî welatî Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dicive û tê çaverêkirin ku di asta fermandariyê de guhertin neyê kirin.

Beriya demekê bi yasayekê sînorê temenê xanenişînê ji 67an bo 72an hatibû zêdekirin. Bi vî awayî pêşî lê hat vekirin ku Serfermandar Yaşar Guler ku diviyabû îsal bihata guhertin dîsan karibe erka xwe berdewam bike. Tê çaverêkirin ku di vê civînê de dema erka Guler bo dema saleke din jî bê dirêjkirin.

Eger dema erka Guler îsal jî bê dirêjkirin, dê bibe yekem Serfermandar ku piştî sala 1990an û şûn ve zêdeyî 4 salan li ser kar dimîne.

Biryarên di vê civînê de bên dayîn piştî erêkirina Erdogan dê bên cîbicîkirin.

Di civîna bi serokatiya Erdogan de Alîkarê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Wezîrê Edaletê Bekir Bozdag, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nureddîn Nebatî, Wezîrê Perwerdehiyê Mahmut Ozer, Serokê Sererkaniyê Yaşar Guler, Fermandarê Hêzên Bejayî Orgeneral Musa Avsever, Fermandarê Hêzên Deryayî Oramîral Adnan Ozbal û Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz amade dibin.