Soylu ziyanên agirê daristanan eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu, ziyanên agirê daristanan eşkere kir ku ji 28ê Tîrmehê ve berdewam e û heta niha li gelek cihan nehatiye kontrolkirin.

Suleyman Soylu doh Sêşembê 3 Tebaxa 2021ê derbarê zerar û ziyanên agirê daristanan de got: “Heta niha 543 avahî, 784 xanî, 114 axur, 64 cihên kar, 5 avahiyên mîrî zerar dîtine, hinek ji wan gelek zerar dîtine, hinek navendî û hinek jî kêm.”

Soylu herwiha da zanîn ku li Muglayê ji 28 taxên li cihên çiyayî bi giştî ji ber metirsiyê ji 3 hezar û 219 malan 16 hezar û 603 kes hatine derxistin. Lê Soylu diyar nekir ka ew kesên ji malên wan tên veguhestin li ku tên bicîhkirin.

Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyê jî doh ragihand ku di 6 rojan de li 32 bajaran 152 agirên daristanan hatine kontrolkirin, lê li 6 bajaran agir berdewam e û hêj nehatiye kontrolkirin.

Hefteyeke agirê daristanên Tirkiyê berdewam e ligel ku li hinek navçeyan hatiye kontrolkirin.