Ekrem Îmamoglu manîfestoya guherînê ragihand
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ekrem Îmamoglu manîfestoyek derbarê guherînên di nav partiya xwe de ragihand. Di manîfestoyê de tê gotin: “Desthilat ku di serdema xwe ya herî lawaz de bû hem hilbijartinên Parlamenteriyê û hem jî hilbijartinên Serokkomariyê hatin windakirin. Di encamê de aliyên ku daxwaza guherînê dikin tûşî şikestinek mezin bûn û bêhêvîtiyek derket holê. Heta ku em vê rastiyê qebûl nekin û rûbirûyî sedemên têkçûnê nebin em nikarin derbarê siberojê de nirxandinên tendirûst bikin.”
Piştî têkçûna hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê nîqaşên guherînê yên di nav Partiya Gel a Komarî de bidawî nayên. Serkêşiya hizra guherîna di nav CHPê de jî Serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu dike û dixwaze Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku di hilbijartinan de li hember Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan têkçûbû, bê guhertin û guherînên bingehîn din di nav partiya wî de bên kirin.
Ekrem Îmamoglu ku li ser mijara guherînê ligel berpirsên partiya xwe û serokê wê nakok e roja Sêşemê 4ê Temûza 2023an li ser hesaba xwe ya medyaya civakî manîfestoya xwe ya guherînê ragihand.
Ew manifesto li ser malpereke nû ya bi navê “iktidaricindegisim.org” wate ji bo desthilatê guherîn hat belav kirin.
Ekrem Îmamoglu ew sîte û manifesto li ser hesabê xwe yê medyaya civakî belav kir û got: “Vexwendina bo guherînê. Ji bo proseya guherîna CHPê, Tirkiye û desthilatê em li benda beşdarî, nerîn û pêşniyarên we ne.”
Îmamoglu herwiha di parvekirina xwe de lînka malpera xwe ya takekesî ya bi navê https://ekremimamoglu.com belav kir û tê pêşbînîkirin ku welatî li ser guherînê nerînên xwe di malperê de bînin ziman.
Di manîfestoya guherînê ya Ekrem Îmamoglu de tê gotin: “Di van salên dawî de ku dewlet hatiye dejenerekirin, partiyên opozîsyonê di parastina demokrasiyê de ketin kêmasiyê. Di demekê de ku partiyên opozîsyonê parêzvanên bingehîn ên demokrasiyê ne. Opozîsyon bo welatiyan ne tenê alternatîf di heman demê de ji bo demokrasiyê hêmaneke sereke ya hevsengî û çavdêriyê ne.”
Di manîsfetoyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku derfeta guherîna Tirkiyê di hilbijartinên giştî yên Gulanê de ji dest hatiye dayîn û tê gotin: “Daxwazên guherînê yên dengderên opozîsyon nehatin bicihanîn. Baweriya hêvî û ewlehiyê ku bikare rejîmê biguhere nehat avakirin. Ji ber bandorên xirab ên aborî ku desthilat di serdema xwe ya herî lawaz de bû, hem hilbijartinên Parlamenteriyê û hem jî hilbijartinên Serokkomariyê hatin windakirin. Di encamê de aliyên ku daxwaza guherînê dikin tûşî şikestinek mezin bûn û bêhêvîtiyek derket holê. Di demekê de ku em nikarin berpirsiyariya vê têkçûnê bixin stûyê ti dengderekê, heta ku em wê rastiya ku her welatiyek ji siberoja xwe bi nîgeran, dibîne qebûl nekin û rûbirûyî sedemên têkçûnê nebin em nikarin derbarê siberojê de nirxandinên tendirûst bikin.”
Herî dawî di manîsfetoya guherînê ya CHPê de tê gotin: “Kilîla guherîna opozîsyonê Partiya Gel a Komarî ye. Îradeyeke bi biryar a di nav CHPê de, bi qasî ku dê bibe sedema lêpirsîna helwestên polîtîk û bihêzbûna demokrasiya di nav partiyê de, dê di nav hemû opozîsyonê de jî bibe sedema nûbûn û mezinkirina gerdûna opozîsyonê.”
Belavkirina vê manîfestoyê ji aliyê Îmamoglu ve di demekê de ye Serokê CHPê her roja Sêşemê di civîna firaksiyona partiya xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de gotibû “Eger me ligel 25 milyon mirovan bêyî berjewendî û pere tenê ji bo ku ligel heqiyê bin hevahengiyek pêkanîbe û me karîbe em kesên bi serpoş, servekirî, sekuler, Ataturkçî û kesên nijadperest bînin ba hev ji xwe me guherîneke mezin daye destpêkirin. Lê eger em wek civak lê binêrin ku çi ne hatiye guherîn û çi hatiye guherîn wê demê em dê xeletiyê bikin. Tişta hatiye guherîn cemawerê ku ji sedî 20ê gihiştiye ji sedî 48ê te . Me jî bi vê guherînê 25 milyon kes li doza xwe zêde kirin. Anîna ba hev a 25 milyonan ne serkeftina min bi tenê ye, ya serokan e (serokên 6 partiyan).