8 parêzerên Ocalan ji doza 'endamtiya rêxistinê' bereet kirin

Hewlêr (Rûdaw) - 8 parêzerên rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ku di dozekê de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin bereet kirin.

Derbarê 8 parêzerên rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan ên bi navên Alî Maden, Baran Dogan, Cengîz Yureklî, Înan Akmeşe, Mahmut Taşçi, Mehmet Selîm Okçuoglu, Rezzan Sarica û Suat Eren de bi hinceta “endamtiya rêxistinê” li Dadgeha Stenbolê doz hatibû vekirin û bi daxwaza 7 sal û nîv heta 15 sal cezayê girtîgehê dihatin darizandin.

Roja Sêşemê 4ê Temûza 2023an li 33emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê rûniştina dawî ya doze hat kirin.

Di rûniştina dozê de 6 parezer ku ji derve dihatin darizanin ligel parêzerên xwe amade bûn û parêzerên din jî bi Sîsetema Deng û Reng (SEGBÎS) bedşarî dozê bûn.

Parêzerên Ocalan di dozê diyar kirin ku ew ne endamên rêxistinê ne û eger delîlek di vî warî de hebe divê dozger di dozê pêşkêş bike û daxwaz kirin ku ji doze bên bereer kirin.

Yek ji parêzeran Baran Dogan got: “Min parêzeriya Ocalan kiriye. Hûn nikarin ji ber parêzeriya min, min darizînin. Haya rêxistinê ji min nîne û haya min jî ji rêxistinê nîne.”

Parêzerekî din ê Ocalan Mahmut Taşçi jî di dozê de  got:“ Ji bo ku me pîşeya xwe kiriye em tên darizandin. Em li dijî hemû gefan xwedî li parastinê derketine û em dê li ser vê berdewam bin.”

Parêzerên her 8 parêzeran jî diyar kirin ku ew bi ti awayî doznameya ku dozger amade kiriye qebûl nakin û daxwaza bereetkirina muwekilên xwe kirin.

Şanda dadgehê piştî guhdarkirina bersûcan û parêzerên wan, ji ber kêmiya delîlan biryar da ku her 8 parêzerên Ocalan ji doze bên bereetkirin.