ÎRA daxwaza azadkirina 192 rojnamevanan dike

Hewlêr (Rûdaw) – Însiyatîfa Rojnamevanên Azad rapora meha Hezîranê ya derbarê rewşa rojnamegeran de belav kir û daxwaza azadkirina 192 rojnamevanên Tirkiyê dike ku niha di girtîgehên cuda de hatine desteserkirin.

 

Di raporê de tê gotin ku di dema hilbijartinan de zexteke zêde li medya nêzîkê opozisyonê hatiye kirin.

 

Herwiha behsa wê yekê jî tê kirin ku Ajansa Anadolu û TRTê wek saziyên ser bi desthilatê tevgeriyane, di demekê de ku dive bi awayekî yeksan ligel hemû kes, partî û aliyan tevbigere.

 

Li gor raporê rê ya herî baş dûrketina ji zextê û xwedîlêderketina li azadiya ragihandin û prensîpên ragihandinê ye di hemû rewşekê de.

 

Însiyatîfa Rojnamevanên Azad dibêje, heta niha 192 rojnamevan di zîndanê de ne ku 70ê ji wan endamê însîyatîfê ne daxwaz dike yekser hemû bên azadkirin.

 

Li gorî raporê di vê heyamê de 33 rojnamevan birîndar bûn û polîsan li ofîseke çapemeniyê jî bi seetan lêgerîn pêk anîn.