Serokê CHPyê dê biçe serdana Emîne Şenyaşarê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel sibe dê here serdana Emîne Şenyaşarê.

Bernameya sibe ya Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel a Enqereyê diyar bû.

Ozgur Ozel sibe dê here serdana Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê Kadîr Ozkaya.

Piştre Ozgur Ozel dê bi Emîne Şenyaşarê re jî hevdîtinekê pêk bîne.

Bûyera Malbata Şenyaşaran

Li navçeya Sirûcê ya Rihayê 14ê Hezîrana 2018an hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê ji aliyê zêrevan û xizmên parlamenterê berê yê AK Partiyê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin.

Kurê wê Ferît Şenyaşarê ku niha Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Parti) yê Rihayê ye di bûyerê de birîndar bûbû.

Piştî wê bûyerê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li ber Dadgeha Rihayê dest bi “Nobeda Edaletê” kir.

Piştî hilbijartinên Gulana 2023yan dema ku Ferît Şenyaşar bû parlementer wan çalakiya xwe veguhast ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê.

Roja 26ê Tîrmeha 2023yan di roja 49an a çalakiyê de Wezîrê Dadê bi malbatê re hevdîtinek kir û piştî hevdîtinê wan çalakiya xwe rawestand.