Li Qeyseriyê balafir ket: Mirî hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê balafireke perwerdeyê ket û 2 pîlot mirin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Qeyseriyê balafireke wan a perwerdeyê ya cureyê SF-260D ketiye.

Wezaretê da zanîn ku heta niha sedema ketina balafirê diyar nebûye.

Hat destnîşankirin ku xebatên lêgerîn û rizgarkirinê tên kirin.

Li hêla din, hat diyarkirin ku di balafirê de du pîlot hebûne û her du jî mirine.