Li Tirkiyê yasaya medyaya civakî rastî rexne û nerazîbûnan tê
Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê nîqaşên li ser projeyasaya sosyal medyayê ku ji aliyê partiya desthilatdar Ak Partî û MHPê ve hatiye amadekirin berdewam dikin. Di projeyasayê de ger malperên medyayî şertûmercan pêk neynin cizayê hepsê, cizayê reklam û pereyê tê xwestin.
Desthilatdar dide zanîn ew armanc dikin ku li ser medyaya înternet û sosyal medyayê hin guhertin û vererastkirinan pêk bînin û pêşî li nûçeyên derew û dezenformasyonê bigrin. Lê mixalefeta Tirkiyê û dezgehên rojnamegeriyê destnîşan dikin ku ev yasa bi xwe re sansur û otosansurê tîne. Berpirsên saziyên medyayê dibêjin, desthilat armanc dike ku beriya hilbijartinan bi vê yasayê sosyal medya û medyaya înternetê kontrol bike. Projeyasaya beriya 2 rojan li Komîsyona Torên Dijîtal a Parlamentoya Tirkiyê hat erêkirin. Ger li Komîsyona Dadê û li Lijneya Giştî ya Parlamen jî bê pesendkirin wê bibe yasa.
Projeyasaya sosyal medyayê ku ji aliyê saziyên medya û mixalefeta Tirkiyê ve wek "yasaya sansur û dezenformasyonê" tê binavkirin, li Komîsyona Torên Dijîtal a Parlamentoya Tirkiyê hat erêkirin.
Yasaya ku ji aliyê partiya desthilatdar Ak Partî û şirîkê wê MHPê ve hatiye amadekirin ji 40 xalan pêk tê û armanc dike ku li ser rojnamegeriya înternet û sosyal medyayê hin guhertin û vererastkirinan pêk bîne.
Serokê Komîsyona Torên Dijîtal a Parlamentoya Tirkiyê Huseyin Yayman got "Ev yasa wê nebe yasaya sansur û astengiyê. Teza me ev e, li Almanyayê sepandineke çawa hebe divê li Tirkiyê jî ew hebe. Me wek Komîsyona Torên Dijîtal û Parlamentoya Tirkiyê gelek mînakên li Ewropayê nêrî û me projeyasayeke wiha amade kir."
Lê li gorî mixalefet, sazî û dezgehên rojnamegeriyê ev yasa bi xwe re sansur û otosansurê tîne û desthilat armanc dike ku beriya hilbijartinan bi vê yasayê sosyal medya û rojnamegeriya înternetê kontrol bike.
Cîgirserokê Cemiyeta Rojnamegeran Yusuf Kanli dibêje "Ev yasa xeternak û cizaxwaz e. Ev yasaya sansur û otosansurê ye. Desthilatdar dema vê yasayê amade kir bi tu awayî bi saziyên medyayî re hevdîtinan pêk neanî û fikra wan nepirsî. Cizayeke nû çêdikin û dixwazin bi riya vê rojnamegeran hepis bikin. Desthilat dixwaze beriya hilbijartinan medyaya înternetê zeptûrep bike. Ji loma jî bilezûbez dixwaze vê yasayê ji Parlamentoyê derbas bike."
Li Tirkiyê piraniya sazî û dezgehên medyayî daxwaza paşvevegerandina yasayê dikin. Saziyên medyayî herî zêde li dijî xala 29an derdikevin, ku bi vê xalê sûceke nû tê çêkirin û ciza tê xwestin. Li gorî yasayê ji bo kes û rojnamegerên ku sûcê "bi qesdî zanyariyên ku gel pê bixape û manîpule bike belav bike" kiribin ji salekê heta 3 salan cizayê hepsê tê xwestin.
Hevdîrektorê Saziya Medya û Hiqûqê MLSA Veysel Ok diyar kir "Desthilatdar bi vê yasayê dixwaze zanyarî û nûçeyan bixe bin kontrola xwe. Bi vê yekê wê tweet û nûçeyên li ser polîtîkayên pirsa Kurd, pirsa jinan û pirsên bingehîn bên sansurkirin û ciza li wan bê birrîn. Wê sûcê dezenformasyonê bikeve yasayê. Wê bi vê yasayê li Tirkiyê dawî li azadiya çapemenî û îfadeyê bê û herkes wê di bin zexta tacîza darazê de bimîne."
Projeyasa wê di rojên bê de li Komîsyona Edaletê ya Parlamenê bê gotûbêjkirin. Ger li vê komîsyonê jî bê erêkirin îja wê li lijneya giştî ya Parlamena Tirkiyê bê dengdan. Ger projeyasa bê pesendkirin wê hin xalên wê di 1ê Çileya 2023an de bikeve meriyetê.
Li gorî rapora Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas, Tirkiye di azadiya çapemeniyê de di nav 180 welatan de di rêza 149an de cih digre.