Hevpeymaniya Cumhur: Piştgiriya HDPê bo Kiliçdaroglu gef e li ser yekîtiya Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan li bajarê xwe Rizeyê daxwaza dengan kir. Heman rojê   Kemal Kiliçdaroglu li parêzgeha Sînopê di mitingê de bang li xelkê kir ku biçin ser sindoqan û ji bo Tirkiyeke demokratîk dengê xwe bikar bînin. Lê ligel peyama Kiliçdaroglu ya demokrasiyê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu  li ser mitinga parêzgeha Wanê axivî û careke din piştgiriya HDPê wek gefeke li ser yekîtiya Tirkiyê nirxand.

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur bo postê serokkomariyê Recep Tayyip Erdogan vê carê li bajarê xwe Rizeyê daxwaza dengan kir. Erdogan amaje bi wê yekê da ku ev hilbijartin bo Tirkiyê xala werçerxê ye û hilbijartin di navbera du aliyan de tê kirin ku yek alî piştgiriya terorê dike û yek alî jî dijî terorê têdikoşe.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got: “Ewên li Qendîlê bê welat, bê ol û bê Quran in. Yên ku bi wan re dimeşin kî ne? CHP, ÎYÎ Partî, HDP û yên din. Em di 14ê Gulanê de dersa pêwîst bidin wan? Em destê xwe rakin bila hemû Tirkiyê bibihîze. Yek millet, yek al, yek welat û yek dewlet.”

Heman rojê berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu li parêzgeha Sînopê ya Tirkiyê di mitingê de bang li xelkê kir ku biçin ser sindoqan û ji bo Tirkiyeke demokratîk dengê xwe bikar bînin.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu got: “Em neçar in li Tirkiyê demokrasiyê bi hêz bikin. Em gelekî ji hev hatine dûrxistin. Em perçe perçe kirine wek aliyên dijî hevdû. Tirkiye nikare vî barî rake. Em neçarin bibin yek û bihevre bin. Eger bav û kalên me, bi hevre têkoşîna rizgariya neteweyî kirine, wê demê anîna demokrasiyê ya vî welatî jî deynê me ye.”

Lê ligel peyama Kiliçdaroglu ya demokrasiyê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser mitinga parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ku 2ê Gulanê hatibû kirin axivî û careke din piştgiriya HDPê wek gefeke li ser yekîtiya Tirkiyê nirxand.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got: “Li Wanê Ekrem Îmamoglu û hevjîna xwe jî beşdarî mitîngê bûbûn. Ala HDPê hejandin, nîşana serkeftinê ya ku PKK dike, kirin. Li qadê 11 hezar kes hebûn û deh hezaran gotin ji bo Selo Azadî-, ew jî têr nekir gotin bi can bi xwîn em bi tere ne Ocalan."

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu roja Sêşemê li 2 parêzgehên Bakurê Kurdistanê Agirî û Wanê miting saz kirin û beşek ji dengderên Partiya Çep a Kesk (YSP) jî bi alên xwe beşdar bûn ku HDP bi navê wê beşdarî hilbijartinan dibe û biryar daye bo serokkomariyê piştevaniya Kiliçdaroglu bike.