Serokê Şaredariya Beykozê hat girtin

 Serokê Şaredariya Beykozê yê CHPyê Alaattin Koseler / Wêne: Ajans

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê, Serokê Şaredariya Beykozê Alaattin Koseler û 12 kes bi tohmeta ku wan “sextekarî di îhaleyan de kiriye” bi biryara dadgehê hatin girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Beykozê di çarçoveya lêpirsînê de biryara desteserkirina 22 kesan dabû û di wê çarçoveyê de 27ê Sibata 2025ê operasyonek hatibû kirin.

Di encama operasyonê de Serokê Şaredariya Beykozê Alaattin Koseler jî di nav de ew hemû kes hatibûn desteserkirin.

Dadgehê îro piştî kar û barên yasayî, bi heman tohmeta lêpirsînê derbarê 13 kesan biryara girtinê da.

9 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Divê were gotin ku Şaredariya Beykozê di destê CHPyê de ye.