Li Çanakkaleyê erdhej çêbû li Stenbolê jî pê hesiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê erd hejiya û li Stenpolê jî pê hesiyan.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand li navçeya Yenîceyê ya Çanakkaleyê demjimêr 21:38an bi mezihaniya 4,9 pileyan erdhejek çêbû.

AFADê da zanîn ku erdhej û 10,44 kîllometreyan di bin erdê de çêbûye.

Li bajarê Stenbolê û bajarên derdorê jî xelk bi wê erdhejê hesiyan.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê erdhejê peyamek belav kir û got:

"Ji bo lêkolîna qada erdhejê tîmên pêwendîdar ên AFAD û saziyên din li ser kar in.

Niha rewşeke neyînî nîne. Em rewşê dişopînin."

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.