Daxuyaniya hevbeş a 5 partiyên Tifaqa Milet

Hewlêr (Rûdaw) - Tifaqa Milet ku îro bêyî IYI Partî kom bû, di daxuyaniya piştî civînê de hat gotin, "Weke ku me di civîna xwe ya berê de jî biryar dabû, em dê 6ê Adarê roja Duşemê jî bi mazûvaniya Partiya Saadetê li hev bicivin."

Serokên giştî yên 5 partiyên siyasî yên Tifaqa Milet ji bo ku pêvajoya piştî civîna 12emîn a maseya şeşalî qewimî binirxînin li Navenda Giştî ya Partiya Seadetê di saet 17.15an da hatin ba hev. 

Piştî daxuyaniyaên duh ên Meral Akşenerê Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê yên der barê pêvajoya diyarkirina namzedê serokomariyê yê maseya şeşalî de biryar hatibû dayîn ku civîn bên kirin. 

Serokê Giştî yê CHPyê Kemaê Kiliçdaroglu, Serokê Giştî yê Partiya Demokratê Gultekîn Uysal, Serokê Giştî yê Partiya Seadetê Temel Karamollaoglu, Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu beşdarî di civîna bi mazûvantiya Partiya Seadetê de kirin.

Di daxuyaniya piştî hevdîtina ku 4 saetan dewam kir de hat ragihandin ku berbijêrê serokomariyê yê Tifaqa Milet dê di 6ê Adarê de bê eşkerekirin.

5 partiyên navborî di daxuyaniya hevbeş de dibêjin: “Weke Tifaq Milet, em îro bi mazûvaniya Partiya Saetê hatin cem hev. Masaya me ya ku hemû beşên civaka welatê me tê de bi berfirehî tê temsîlkirin û ji aliyê gelê me bi xwe ve hatiye danîn, îro jî bi heman rêbazê ku di roja ewil de hatiye avakirin, dê xebatên xwe bidomîne.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin: “Ji roja destpêkê ve em pêvajoyek bi hizir, şêwir û lihevhatinek hevpar dimeşînin. Bi hişmendiya ku em di berbanga serdemek nû de ne; Em dê hêviyê li van xakan ji nû ve geş bikin û bi hev re li welatê xwe yê bedew, şert û mercên jiyanê yên li gorî rûmeta mirovahiyê, ava bikin. Em bi biryar in ku bêyî ku bi duh û îro re asê bimînin, Tirkiyeya siberojê ava bikin û vejînin! Em dê bêyî ku tu kesî ji nava 85 milyon gelê xwe bihêlin, dilê û baweriya kesî bişkînin, dê li ser rêya xwe berdewam bin.

Armanca me ev e; Serkeftinek bê windaker e

Di vê çarçoveyê de; Weke ku me di civîna xwe ya berê de jî biryar dabû, emê di 6ê Adarê roja duşemê bi mazûvaniya Partiya Saetê careke din bicivin û berbijêrê  xwe yê Serokkomariyê yê hevpar û nexşerêya pêvajoya derbasbûnê bi raya giştî re parve bikin.”