Piştî vekişîna Akşener; Sancar û Demîrtaş çi peyam dan?

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar derbarê tifaqên hilbijartinê de ragihand ku “helwestan dikare deriyê guhertina demokratîk li Tirkiyê vebike." Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş jî got: “. Em dê ji duh zêdetêr yekgirtî bin, em dê xwe zêdetir li hev bipêçin, ez û tu tune ye, em hene em dê bi hev re serbikevin.”

Doh 3ê Adara 2023an Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener ragihand ku bi hinceta nelihevkirina li ser berbijêrê serokkomariyê ew ji maseya şeş partî vediqetin û ji bo berbijêrbûnê bang li serokên şaredariyê yên Stenbolê û Enqerê yên CHPyî kir. Ev jî bû sedema karvedanên nû.

Piştî vê helwesta Akşener, Meclisa HDPê 4ê Adarê 2023 bo nirxandina pêşketinên siyasî civiya û derbarê civînê de Hevserokê HDPê Mithat Sancar daxuyaniyek da.

Mithat Sancar di daxuyaniya xwe de ragihand, “Bila gumana tu kesî tunebe weke HDP'ê biryarên ku em bigirin bersivandina pêwistî û hesreta aştî, azadî, edalet, wekhevî û demokrasiyê ya gelên Tirkiyeyê armanc dikin. Em bi feraseta ku bi 85 milyonan bide qezenckirin tevdigerin. Ji bo ku em tev bi hev re qezenc bikin û hevrebûnê zêde bikin polîtîkaya xwe ya tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh bi bîryardarî didomînin.”

Derbarê pirsa hûn berbijêriya Kemal Kiliçdaroglu ya bo posta Serokkomariyê çawa dinirxînin de Sancar got: “Berê gelek caran ji aliyê berdevkên me ve hatibû eşkerekirin,  bêguman em dê geşedanan bişopînin. Em ê bi lijne û hêzên xwe yên tifaqê re binirxînin. Di Rêveberiya me û hevpeymaniya me vê mijarê binirxîne û em dê eşkere bikin.”

Li ser pirsa Hevpeymaniya Azadî û Kedê dê berbijêrê xwe bo posta Serokkomariyê eşkere bike? Sancar Got: “Berî erdhejê me gotibû ku em dê bo posta Serokkomariyê rêyek çawa bişopînin. Lê bandora erdhejê û hilweşandina wê wiha kir ku em vê pêvajoyê careke din binirxînin. Xebatên me yên nirxandina vê pêvajoyê berdewam dikin. Nirxandinên me yên di derbarê vê mijarê de berdewam dikin.”

Piştî vê daxwiyaniyên Mithat Sancar Hevserokê Berê yê HDPê yê ku ji 2016 ve di girtîgehê de ye Selahattin Demirtaş jî  li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belav kir û ragihand: “Guhê xwe bidin HDPê çareserî di yekêtî, wekhevî û demokrasiyek bihêz de ye. Em dê hemû bi hev re bi serbikevin. Em dê ji duh zêdetêr yekgirtî bin, em dê xwe zêdetir li hev bipêçin, ez û tu tune ye, em hene em dê bi hev re serbikevin. Mereq nekin serokan jî yek dengê xwe heye, wek we. Mohr di destê we de ye. Siberojên xweş di destê we de ne. Hûn xelk in. Di rêya hûn pê bawerin de bimeşin, bila serok li pey we werin.”