Pervîn Buldan: Em konferansê weke destpêkeke nû dinirxînin

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Stenbolê bi navê “Konferansa Komara Demokratîk” konferansekê li dar dixe. Di konferansê de hat diyarkirin ku nîqaşa “Tirkiyeke çawa” dê di sedsala duyemîn a Komara Tirkiyê de were nîqaşkirin. Hevseroka Giştî ya HDPê anî ziman, “Em weke Partiya Demokratîk a Gelan vê konferansê weke destpêkeke nû dinirxînin."

Zêdetirî 300 rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî Konferansa Komara Demokratîk a HDPê ya ku li Navenda Çanda Cem Karaca ya Stenbolê tê lidarxistin bûn.

HDPê têkildarî konferansê daxuyanî da û got, “Ji bo pirsgirêkên bingehîn ên komarê yên di sedsala duyemîn de bên nîqaşkirin û di sedsala nû de rêyên xemilandina komarê bi demokrasiyê bên destnîşankirin, em di 4-5ê Sibatê de li Stenbolê Konferansa Komara Demokratîk li dar dixin.”

Konferansa ku dê du rojan berdewam bike ji çapemeniyê re vekirî ye.

Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan axaftina destpêkê ya konferansê kir.

Pervîn Buldan got, “Di sedsala duyemîn de gihandina komarê bi demokrasiyeke xurt, weke pêwîstiyeke dîrokî li pêş her kesî ye.”

Hevseroka Giştî ya HDPê her wiha anî ziman, “Em weke Partiya Demokratîk a Gelan vê konferansê weke destpêkeke nû dinirxînin. Di demên pêş de em ê konferansên Komara Demokratîk wek civînên tematîk bi beşdariyeke berfireh bidomînin.

Buldan li ser armanca konferansê jî got, “Di vê çarçoveyê de armanca me ya sereke ew e ku bi hemû beşên civakê yên bindest re “Yekîtiya Komara Demokratîk” a herî berfireh ava bikin. Ev di heman demê de xeta têkoşînê ya HDPê ye. Divê ti kes guman neke, em ê hewla herî xurt bidin ku vê yekitiyê li dora nirxên hevparên civakî bikin û veguherînin pêvajoya avakirina bi hev re.”

Konferansa Komara Demokratîk dê heta roja Yekşemê 5ê Sibata 2023an berdewam bike.