Fatih Erbakan: Bi ti awayî nabe Ocalan ji Îmraliyê derkeve

Hewlêr (Rûdaw)- Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan diyar kir ku bi ti awayî nabe Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ji Îmraliyê derkeve.

Serokê Partiya Yeniden Refahê Fatîh Erbakan li navenda gitştî ya partiya xwe, di civîna serokên rêxistina partiyê yên bajaran de pêşhatên di rojeva Tirkiyeyê de nirxandin û bal kişand ser hevdîtina li gel şandeya DEM Partiyê.

Fatîh Erbakan îdia kir ku eger Ocalan ji PKKyê re bêje çekan daynin dê PKK lê guhdar neke û çekan nedane.

Serokê Partiya Yeniden Refahê behsa civîna bi şandeya DEM Partiyê jî kir û wiha got:

“DEM Partiyê ji me daxwaza hevdîtinê kir, roja sêşemê demjimêr 15:30î li Parlamentoya Tirkiyeyê em dê bi wan re hevdîtinê bikin.

Wekî min got, xeta me ya sor yekparçebûna Tirkiyeyê ye. Divê sîstema wê ya navendî parçenebe û bi ti awayî divê serokê terorê ji Îmraliyê dernekeve.”