Partiyên siyasî li ser pêvajoyê çi difikirin?
Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan mijareke germ a nîqaşê ye di nav siyaseta Tirkiyeyê de û aliyên siyasî xwedî nerînên cûda ne.
Partiya sereke ya mixalefetê CHP dibêje divê ew pêvajo bi zelalî li parlamentoyê bi rê ve biçe û nabe ji bo berjwendiyên siyasî bê bikaranîn.
"Em nabin ew aliyê ku dixitîmîne û têk dide"
Serokê CHPê Ozgur Ozel got, "Em nabin ew aliyê ku dixitîmîne û têk dide, lê bila ti kes li qusurê nenêrê em nabin beşek ji plana ti partiyeke siyasî jî.
Em rê nadin ku ev kar bo berjwendiyeke siyasîsiyaseta partiyekê û ji nû ve hilbijartina kesekî bê bikaranîn.”
Şanda DEM Partiyê piştî hevdîtîna li Îmraliyê biryar daye di çarçoveya pêvajoyê de biçe serdana aliyên siyasî û bi wan bişêwire .
2yê vê mehê ji Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Serokê MHPyê dest bi wê serdanê kir.
Her çiqasî Şandeya Îmraliyê dixwaze serdana hemû aliyên siyasî bike lê hinek ji wan bi taybetî partiyên neteweperest deriyên xwe girtine.
Serokê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervişoglu wiha anî ziman:
“ÎYÎ Partî rêxistina terorê û serokê wê ku tê xwestin bê efûkirin, berdevkên wan ên ku dixwazin wan rewa bikin, hevbeşên wan û şandeya wan a ku ti berpirsyariyeke wan a siyasî nîne bi ti awayî muxatab wernagire.”
Lê berpirsên AK Partiyê tevî helwêsta ÎYÎ Partiyê ji pêvajoya bi hêvî ne.
"Ez ji vê pêvajoyê bi hêvî me"
Parlamenterê AK Partiyê Faruk Kiliç wiha axivî, "Serok Bahçelî di vir de gaveke girîng avêt. Ne li ser hesabekî siyasî avêt.
Ne bo sûdeke siyasî û zêdekirina dengan avêt. Hesabên van karan nekirin û ev gav avêt
Îro li parlamentoyê ev helwêsta wî ji xeynî ÎYÎ Partiyê, ew hinekî dûr disekine, ji aliyê hemû partiyên nav parlamentoyê û miletê Kurd ve hat teqdîrkirin.
Ji ber wê ev yek bi qîmet e û ez ji vê pêvajoyê bi hêvî me ku bi şiklekî baş biser bikeve û bibe sedema aştiyê."
Serdanên şandeya Îmraliyê
Pêvajoya çareseriyê niha di qonaxa gotûbêj û şêwra li gel aliyên siyasî de ye.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê di çarçoveya serdanên xwe yên pêvajoyê de roja Duşemê li deriyên AK Partî, partiyên Pêşeroj û Seadetê dide.
Roja Sêşemê jî li gel partiyên Yenîden Refahê û DEVAyê dicive lê dîroka serdana CHPyê hê jî nehatiye diyarkirin.