Erdogan dê îro bi Putîn û Zelensky re biaxive

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahim Kalin ragihand ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dê îro Çarşemê di du pêwendiyên telefonî yên cuda de bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky re biaxive.

Îbrahim Kalin şevê din di kanala NTV a Tirkiyê de ligel gotûbêjkirina çend mijarên rojeva Tirkiyê, amaje bi şerê Ukrayna-Rûsyayê û hewldanên ji bo nehîştina şerê navbera herdu aliyan kir.

Kalin amaje bi hewldanên Tirkiyê bo lihevanîna Rûsya û Ukraynayê kir û got, “Weke hûn jî dizanin di şerê Ukraynayê de yekane maseya aştî û muzakereyê ku ji destpêkê ve alî li hev anîne li Tirkiyeyê hat avakirin. Pêşî li Antalyayê, paşê li Stenbolê. Mixabin (pêngavek) paşê nehat, lê wek hûn jî dizanin çendîn caran serokê me bang li her du serokan kiriye ku bicivin.”

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê diyar kir, hewldanên wan ên ji bo li hev civandina serokên Rûsya û Ukraynayê berdewam in

Îbrahîm Kalin diyar kir ku roja Çarşemê 4ê Çileya 2023an Erdogan dê pêwendiyên telefonî bi Putîn û Zelensky re pêk bîne û tekez kir, di asta wezîrên derve û berevaniyê de hevdîtinên wan bi her du aliyên şer re berdewam in.

Kalin got: “Di rastiyê de Serokê me dê sibê bi telefonê bi birêz Pûtîn re biaxive û piştre jî bi birêz Zelenski re bi telefonê biaxive. Bi gotineke din, em bi her du aliyan re vê dîplomasiya tund berdewam dikin. Bi rastî wezîrên me yên pêwendîdar, wezîrê me yê derve, wezîrê me yê berevaniyê, serokê me yê îstîxbaratê û em bi hevalên xwe yên din û muxatebên herdu aliyan re hevdîtinên xwe didomînin. Niha tenê Tirkiye ye ku di vê bûyerê de û di çarçoveya xwe de dikare vê yekê bike.”

Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê destnîşan kir, wiha dihat texmînkirin ku şerê li Ukraynayê bi nêzîkbûna sersala nû aramtir bibe û belkî demekê raweste, lê piştî serdana Serokê Ukrayanyê bo Waşingtonê wiha dixuye ku ev alozî û şer berdewam be.

Kalin li ser wê yekê got, “Bê guman, ev yek me pir xemgîn dike, ji ber ku nakokiyên li Ukraynayê, metirsiya belavbûn û kûrbûna şerê berdewam di navbera Rûsya û Ukraynayê de pir zêde ye.”