BAYETAV: Kurdên li Îzmîrê li gorî Tirkan hejartir in
Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Perwerde û Lêkolînên Civakî ya Em bi Hev re Dijîn (BAYETAV) ragihand ku Kurdên li Îzmîrê dijîn li gorî Tirkan hejartir û kêmbextewartir in.
BAYETAVê encamên lêkolîna xwe eşkere kirin ku Çiriya Pêşîn li 30 navçeyên Îzmîrê bi 614 kesan re kiriye.
Ji sedî 50ê beşdaran jin û ji sedî 50ê wan jî mêr in.
Li gor lêkolînê li Îzmîrê ji her 5 Kurdan yek di nav hejariyeke kûr de ye.
Ev rêje di nav Tirkan de ji her 25 kesan yek kes e.
Herwiha ji sedî 34ê Tirkan di asta çîna navîn de dijîn û tenê ji sedî 15,6ê Kurdan di asta çîna navîn de ne.
Kurd ji xizmetguzariyên cihî ne razî ne
Kurdên li Îzmîrê dibêjin ji bo komên bidezavantaj xizmetên pêwîst nayên pêşkêşkirin.
Li gorî lêkolînê, ji sedî 70ê Kurdan ji xizmetguzariyên cihî ne razî ne û dibêjin piştgiriyên ji bo komên bidezavantaj kêm in.
Her wiha piraniya Kurdên li Îzmîrê dibêjin, derfetên aborî û kar ji bo her kesî ne yeksan in.
Li gorî lêkolînê, ji her 4 dengdêrên DEM Partiyê 3 ji xizmetguzariyên şaredariyê ne razî ne.
Ji sedî 78ê Kurdan ji jiyana Îzmirê razî ne
Li gorî lêkolînê piraniya Kurdan ji jiyana li Îzmîrê razî ne.
Ji 34,9ê Kurdan dibêjin ji jiyana li Îzmîrê “gelekî razî ne”, ji sedî 27,7 dibêjin ji jiyana li Îzmirê “razî ne” û ji sedî 15,7 dibêjin “hinekî razî ne.”
Tenê ji sedî 21,4ê Kurdên li Îzmîrê ji jiyana li wî bajarî ne razî ne.
Lê rêjeya Tirkên ji jiyana li Îzmîrê razî ne li gorî ya Kurdan bilindtir e.
Ji sedî 88,8ê Tirkan ji jiyana Îzmirê razî ne û ji sedî 11,2 Tirkan ji jiyana li Îzmirê ne razî ne.