Hevberdevkên HDKyê hatin hilbijartin

Hewlêr (Rûdaw) - Meral Daniş Beştaş û Alî Kenanoglu bûn hevberdevkên nû yên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK).

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Bi hêvî, bi berxwedanê, bi hev re, ber bi azadiyê ve” komcivîna xwe ya 13an a Desteya Giştî li dar xist.

Komcivîna Desteya Giştî ya HDKyê li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaşê ya Stenbolê hat lidarxistin. 

Di civîna Desteya Giştî ya HDKyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş û Alî Kenanoglu ji bo Hevberdevkiya HDKyê hatin hatin hilbijartin. 

Komcivîna 13an a Desteya Giştî ya HDKyê piştî xwendina rapora xebatê bi dawî bû.