50 hezar zarok li kolanan dixebitin: Malbat nikarin xwedî bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê nêzîkî 50 hezar zarokî li kolanan dixebitin û malbatên 168 hezar û 924 zarokan jî nikarin wan xwedî bikin.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê bi projeya “Zarok ewle ne” li ser rewşa zarokan dest bi kar û xebatan kiriye.

Li gorî kar û xebatên Wezaretê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 49 hezar û 251 hezar zarok li kolanan dixebitin û rewşa aborî bandoreke neyînî li zarokan kiriye.

Ji ber nebûna debara jiyanê malbatên 168 hezar û 924 zarokan nikarin wan xwedî bikin.

Li gorî amaran Wezaretê, ji bo hezar û 521 malbatan kar û barên yasayî hatine destpêkirin û ji bo 8 hezar û 881 zarokan jî tedbîrên tenduristî, perwerde û şêwirmendiyê hatine wergirtin.

Tevî vê yekê malbatên 14 hezar û 236 zarokan jî bo Weqfa Piştgirî û Alîkariya Civakî hatine şandin.