Omer Ocalan: Em dê zimanê xwe her tim biparêzin û pêş bixin

Hewlêr (Rûdaw) - Heftiya borî Meclîsa Şaredariya Bajarê Bernê ya paytexta Swîsreyê biryar da ku agahiyên herî girîng ji xelkê re bi Kurdî jî biweşîne. Parlamenterê HDPê Omer Ocalan li Parlamentoya Tirkiyê ev mijar anî rojevê û got: "Swisre nehatiye parçekirin. Bi tohmetên parçekirinê dijminatiya Kurdan li vir hatiye kirin."

Sê komeleyên çanda Kurdî, Komeleya Çanda Kurd a Bernê, Komeleya Çanda Elewiyan a Bernê û KUTUSCH (Komeleya Çandê ya Kurd-Tirk-Swîsre) pêşnûmeya ku di encama îmzeyan de li Kantona Bernê kom kirin pêşkêşî meclîsê kiribûn.

Rêveberiya bajarê Bernê daxwaza her sê komeleyên çanda Kurdî qebûl kir û ragihand ku  agahiyên li ser malpera bern.ch di paşerojê de bi Kurdî bên weşandin.

Li ser vê mijarê 2ê Mijdara 2022ê Parlamenterê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Omer ocalan mijar li parlamentoya Tirkiyê nirxand û bal kişand ser dijayetîkirina zimanê Kurdî ya li Tirkiyê heye.

Omer Ocalan got: "Li Swîsreyê di yasaya bingehîn de çar zimanên fermî hene Fransî, Almanî, Romenî û Îtalî. Lê her kantonek jî yasayeke wan a navxwe heye. Meclisa Kantona Bernê bi 12 zimanan agahiyên herî girîng pêşkêşî xelkê dike. Heftiya borî li ser serlêdana hinek saziyan zimanek din jî lê hat zêdekirin ku navê wî zimanî jî Kurdî ye. Êdî li meclisa Bernê zimanê Kurdî jî li wan zimanan hat zêdekirin."

Ocalan herwiha bal kişand ser rewşa li Tirkiyê heye û got: "Lê li vir çi dinivîse, li Parlamentoya Tirkiyê ji zimanê gelekî bi milyonan re dibêje zimanê nayê zanîn an jî ‘Zimanê X’. Swisre nehatiye parçekirin. Bi tohmetên parçekirinê dijminatiya Kurdan li vir hatiye kirin, em dikarin li vê parlamentoyê jî bi Kurdî biaxivin, hev agahdar kirin bi Kurdî bên kirin, ev dê nirxê mirovatiyê jî zêde bike" û bi Kurdî dawî li axaftina xwe anî.