Îraq û Tirkiyeyê li ser vegerandina koçberan li hev kir

Hewlêr (Rûdaw) - Di navbera Îraq û Tirkiyeyê de li ser vegerandina koçberan peymanek hat îmzekirin.

Di çarçoveya peymanê de, dê koçberên Îraqî yên li Tirkiyeyê bi daxwaza xwe werin vegerandin.

Roja çarşemê li bajarê Enqereyê di navbera Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê û Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê de peymaneke hevkariyê ya li ser “koçê û vegerandina bi daxwaz a koçberan” hat îmezekirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, peyman di navbera Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya û Wezîra Koç û Koçberan a Îraqê Îvan Fayiqê de hatiye îmzekirin.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku armanca peymanê ew e ku koçberên Îraqî yên li Tirkiyeyê bi daxwaza xwe werin vegerandin.

Her wiha tê payîn ku peyman rê li ber koça neyasayî bigire û di vî warî de di navbera Enqere û Bexdayê de hevkarî û hevahengî werin kirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got:

“Dê di çarçoveya peymanê de ji bo koça bêserûber hevkarî were kirin.”