Minîbus wergeriya kanala avdaniyê: 10 karkerên Sûriyeyî birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tersûsê ya Mêrsînê minîbusa karkerên Sûriyeyî yên çandiniyê wergeriya kanala avdaniyê û 10 kes birîndar bûn.

Minîbusa ku navê şofêrê wê nehatiye zanîn,  Taxa Kefeliyê ya navçeya Tarsûsê ji rê derket û wergeriya kanala avdaniyê.

Di minîbusê de karkerên Sûriyeyî yên ku narenciyeyan berhev dikin hebûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî, îtfaiye û cendirme çûn cihê bûyerê.

Ekîb gihîştin cihê qezayê û karkerên çandiniyê ji minîbusê derxistin.

10 kes birîndar bûn û birîna 3 kesan dijwar e.

3 karkerên ku birîna wan giran, tîmên tendursitiyê ew veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Tersûsê.