Teqîna li Enqereyê: HAK-PARê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) – HAK-PARê teqîna li ber Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê şermezar kir û got, “Çalakiyên terorê bi ti hincetan nayên qebûlkirin.”

Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) têkildarî teqîna li ber Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî parve kir û êriş şermezar kir.

HAK-PARê di daxuyaniya xwe de got:

“Çalakiyên terorê bi ti hincetan nayên qebûlkirin.

Em êrişa terorê ya ku 1ê Çiriya Pêşîn a 2023yan saet 09:30î li Enqereyê li ber Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê pêk hat şermezar dikin.

Di çalakiyê de kesekî bombeya li ser xwe teqandiye û yê din jî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin.

Di çalakiya navborî de 2 polîs birîndar bûn.

Êrişên terorê bi ti hincetan nayên qebûlkirin.

Em careke din kesên fermana van çalakiyên terorê yên tarî didin û pêk tînin şermezar dikin.”

Çi bûbû?

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku demjimêr derdora 09:30î 2 kesan bi otomobîlekê êriş pêk aniye.

Yerlîkaya daxuyand ku yekî ji wan “xwe teqandiye” û yê din jî “ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye kuştin”.

Alî Yerlîkaya ragihand ku di êrişa bombeyî de 2 polîs birîndar bûne.

Li aliyê din, HPGyê da zanîn ku êriş ji aliyê Tabûra Nemiran ve hatiye encamdan.