Nexweşa penceşêrê Ayşe Ozdogan hat girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Daxwaza paşxistina cezayê girtîgehê yê nexweşa penceşêrê Ayşe Ozdgan tevî ku asta nexweşiya wê giran e jî nehat paşxistin û hat girtin.

Ayşe Ozdogan bi îdiaya ku li yek ji beşên navxwe yên Cemaeta Fetullah Gulen rêveberî kiriye bi 9 sal û 4 mehan hatibû cezakirin. Cezayê Ozdogan ku hevjînê wê jî ev du sal in di girtîgehê de ye Hezîrana derbasbûyî hatibû pesend kirin.     

Ayşe Ozdogan tevî nexweşiya xwe berî çend sala du sal û nîvan di girtêgehê de mabû. Piştî giranbûna nexweşiya wê sala 2019an hatibû berdan. Piştî ku hat berdan çendîn neştergerî kirin û niha nikare birêve biçe. Demeke kesûkarên wê li ser medya civakî bo paşxistina cezayê Ayşe Ozdogana ku zarokekî wê yê 8 salî heye kampanyayek dabûn destpêkirin lê tevî asta giran a nexweşiya xwe careke din hat girtin.

Xwîşka Ayşe Ozdogan roja Şemiyê 2ê Cotmeha 2021ê li ser hesabê xwe yê medya civakî amaje bi wê yekê da ku 10 polîs ji bo girtina wê çûne mala bavê wê û jêre gotine cezayê te hatiye pesendkirin û ew girtine. Girtina wê nexweşa penceşêrê li ser medaya civakî gelek nerazîbûn li pey xwe anîn.

Wekîla Serokê Fraksyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “Ayşe Ozdogan ku bi asta giran nexweşa penceşêrê ye hat girtin. Eger ceza di rewşek wiha de neyê paşxistin dê kengî bê paş xistin. Cihê nexweşan ne girtîgeh e. Meseleya girtiyên nexweş meseleyeke wijdanî ye.”

Parlamenterê CHPê Sezgin Tanrikulu jî bi heman awayî li ser hesabê xwe Twitterê gotiye; “Ayşe Ozdogan divê bê virde û wê de di yekem serlêdana xwe de bê berdan. Ma dilên we hewqasî bûne kevir?”