Li Stenbolê agir: 2 mirî û 2 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Avcilarê ya Stenbolê, agir bi avahiyekê ket û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 2 kesên din jî birîndar bûn.

Li Taxa Mustafa Kemal a Avcilarê îro ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi avahiyeke 4 qatî ya vala ket ku hinek kesên bêmal tê de bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê û tîmên tendirustiyê çûn cihê bûyerê.

Agir ji aliyê tîmên tendirustiyê ve hat vemirandin.

Di nav avahiyê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Polîs 4 kesên bêmal ku li derdora avahiyê dijiyan desteser kirin.

Ji ber egera hebûna hinek kesên din di nav avahiyê de lêgerîn berdewam e.