Encûmena Partiyê ya CHPê îro dicive
Hewlêr (Rûdaw) - Encûmena Partiyê (PM) ya CHPê îro dicive û tê çaverêkirin ku endamên Desteya Rêvebirina Navendî (MYK) bên diyarkirin.
Li gor hatiye ragihandin îro 3ê Hezîrana 2023an demjimêr 10:00an li parêzgeha Enqerê Encûmena Partiyê ya CHPê dicive û endamên Desteya Rêvebirina Navendî tên destnîşankirin.
1ê Hezîranê hemû Endamên Desteya Rêvebirina Navendî a CHPê bi devkî îstîfayên xwe pêşkêşî Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kiribûn û Kiliçdaroglu jî ev yek bi awayekî erênî qebûl kiribû.
Tê çaverêkirin di civîna îro de encamên hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê jî bên nirxandin.
Doh 2ê Hezîranê li parlamentoya Tirkiyê parlamenterên hatibûn hilbijartin sonda yasayî xwarin û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu wek temaşevanekî beşdar bû.