TUIK: Enflasyona salane %73.50 ye

Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyon di meha Gulanê de bi rêjeya %2.98 û li gor heman meha sala par jî %73.50 bilind bûye. Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) jî dibêje, enflasyona salane bi rêjeya %160.76 bilind bûye.

Saziya Amarên Tirkiyê (TUÎK), enflasyona meha Gulanê û ya salane eşkere kir.

Li gor Saziya Amarên Tirkiyê, enflasyona Tirkiyê di meha Gulanê de bi rêjeya %2.98 û li gor meha Gulana 2021ê jî  %73.50 zêde bûye. Bi vî awayî rêjeya enflasyonê di 20 salên dawî de derket asta herî bilind. Li gor meha Kanûna 2021ê jî enflasyona salane %35.64 zêde bûye bû. Piştî eşkerekirina rêjeya enflasyonê dolarekî Amerîkî 16.50 lîreyên Tirkî derbas kir.

Di enflasyona salane de herî zêde bi rêjeya %107.62 bihayên veguhestinê, bi rêjeya %91.63 bihayên alkol û xorakê û piştî wan jî bi rêjeya %82.08 bihayên kelûpelê nav malê zêde bûne.

Di enflasyona mehane de jî herî zêde bi rêjeya %71.04 bihayê sektora ragihandinê zêde bûne û bi rêjeya %23.78 jî bihayên sebzeyan kêm bûne.

Ji aliyê din ve Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG), rêjeya enflasyona mehane wek %5.46 û ya salane jî wek %160.76 eşkere kir. Piraniya caran saziyên serbixwe û opozisyona Tirkiyê jî amarên ku TUIK dide nerast dibînin û dibêjin li gor xwesteka desthilatê amaran belav dike.