Nameyên Demirtaş tên sansûrkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevjîna Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand ku nameyên Selahattin Demirtaş tên sansûrkirin û ji Wezareta Dadê pirsî; “Di dorê de çi heye?.”

 Nameyên Hevserokê Berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş ku ji Girtîgeha Edirneyê ji malbata xwe re dişîne ji aliyê îdarê ve hatin sansûrkirin.

Hevjîna Selahattin Demirtaş, Başak Demirtaş rûpelên nameyên hatine sansûrkirin li ser tora civakî parve kirin û got: “Hevdîtina rû bi rû hat rakirin. Derfeta hevdîtina bi dîmen nehat çêkirin. Niha jî sansûr. Di dorê de çi heye?.” Başak Demirtaş berê pirsên xwe da hesabên Twitterê yên Wezareta Dadê û Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul.

Li ser rûpelên hatine sansûrkirin nivîsa “2020/208 Saziya Displînê” cih digire. Di beşekî de ku neketiye ber sansûrê Selahattin Demirtaş nivîsiye: “Di wêneyan de min hun baş dîtin lê ev wêneyên 10 roj berê ne. Hêvîdar im her baş in. Em jî baş in, tiştê hun dizanin."

Di rûpelekî din de jî nivîsiye: "Niha dema tendirûstiyê ye, ev bahor, berî gel bi tevahî perîşan bike bi dawî bibûya dê hemû kes bi rehetî nefesê bistîne.”