Li Antalya keştiya koçberan binav bû: 9 kes xeniqîn

Navenda Nûçeyan - Li nêzî qeraxên navçeya  Demre ya navçeya Antalyayê keştiyek binav bû û 6 jê zarok bi tevahî 9 koçber tê de xeniqîn.

 

Li gor Li gorî daxuyaniya Fermandariya Ewlehiyê ya Qeraxan, duh bi şev di saet 02.22yê de agahî hat dayîn ku li Demre ya navçeya Antalyayê keştiyeke lezgîniyê ya koçberan binav bûye.


Li ser vê agahiyê Asayîşa Qerax, 4 botên Asayîşa Qerax, balafireke Asayîşa Qerax û firokeyeke Asayîşa Qerax sewqî herêmê kirin.


Di legerîna Asayîşa Qerax de 3 jê mêr, yek jê jin, 4 penaber hatin xelaskirin. Keştiyeke masîgiran jî nêzî herêmê zilamek din xelas kir.


Di lêgerînê de 6 jê zarok cinazeyên 9 koçber (2 mêr, jinek, 6 zarok) ji behrê hatin derxistin.


Li gor gotina koçber di keştiyê de  14-15 kes hebûne û kesekî ku winda ye jî lê digerin.