Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê banga parastina mafên mirovan kir

Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Mafên Mirov a Tirkiyê (TIHV), bang li hemû aliyên siyasî kir ku mafên mirov biparêzin.

TIHVê berî hilbijartinên 14ê Gulanê bi serenavê “Bila vê carê mafên mirov bi serkeve” vîdeoyek belav kir û daxwaz ji hemû aliyên siyasî kir ku mafên mirov biparêzin.

TIHV di vîdeoyê de dibêje: “Mafên mirov diparêze. Tenê ne ji bo kesên hilbijartî, ji bo hemû kesan bi awayekî rûmeta mirovî garantiya jiyana azad û wekhev e. Mafên mirov bihêz dike. Tenê ne bo kesên xwedî hêz girîngiyê bi soz û biryarên hemû kesan dide. Li pêş yasayê hemû kesan wekhev dike.

Mafên mirov dewlemend dike. Bê cudakarî ji bo ku hemû kes bi rengê xwe bê nasîn, astengiyan radike. Mafên mirov diguhere, mafên mirov baştir dike. Mirov bi mafên xwe dikare bo xwe û bo hemû kesan, bo xwezayê tiştê herî baş bike. Ji be vê yekê eger mafên mirov nebin, demokrasî nabe. Em bang li hemû aktorên siyasî û civakî dikin. Mafên mirov biparêzin. Mafê parastina mafên mirov biparêzin. Bila vê carê mafên mirov bi serkeve. Bila vê carê mafên mirov zêde bibin.”