Li Edenê bi hêza 4.3 pile erdhejek çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Saimbeylî ya Edenê bi hêza 4.3 pile erdhejek nû çêbû û kûrahiya wê jî 7 kîlometre bin erdê bûye.

Serokatiya Rêveberiya Karesata û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandiye, îro Yekşemê 3ê Nîsana 2023an li navçeya Saimbeylî ya ser bi parêzgeha Edenê ve demjimêr 06:45 bi hêza 4.3 pileyê rîxterê erdhejek çêbûye.

Li gor AFADê, kûrahiya erdhejê jî 7 kîlometre di bin erdê de bûye.

Piştî erdhejên 6ê Sibatê li herêma erdhejê ku 11 parêzgehan li xwe digre û li seranserê Tirkiyê erdhejên paşekî berdewam in.