Serokê Rûsyayê Putin li Tirkiyê ye
Navenda Nûçeyan – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tevî şanda ligel wî gihiştin Tirkiyê.
Firokeya Vladimir Putin îro di saet 15:12an de gihişte Firokexaneya Esenboga ya Enqerê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Ahmet Yildiz li firokexaneyê pêşwaziya Putin kir.
Piştî pêşwaziyê, Vladimir Putin ber bi Koşka Serokomariya Tirkiyê bi rê ket.,
Putin li Koşka Serokomariyê bi merasîmeke fermî ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hat pêşwazîkirin.
Erdogan û Putin bi rêya vîdeo konferansê beşdarî merasîma avakirina bingeha Santrala Nukleer a Akkuyu bûn.
Piştî civînê bi hevserokatiya Erdogan û Putin, dê civîna Konseya Hevkariya Asta Bilind a Komara Tirkiyê û Federasyona Rûsyayê (UDIK) were kirin.
Herwiha Serokê Rûsyayê Vladimir Putin dê sibe li Enqerê beşdarî Lûtkeya Tirkiye-Rûsya-Îranê ya li ser mijara Sûriyê bibe.