Buldan: Ger hikûmetê bixwesta Ocalan û Qendîlê pêvajo berdewam dikir
Enqere (Rûdaw) – Hevseroka HDPê Pervîn Buldan di hevpeyvîneke taybet de ji Rûdawê re ragihand, ku li Tirkiyê kîjan alî prensîb û daxwazên wan qebûl bike û rêzê bigre ew dikarin li gel wan tifaqê bikin lê vê gavê ti daxustandineke wan ji bo vê yekê nîne.
Buldan da zanîn, ku ew giringiyê didin yekîtiya neteweyî û piştî 8ê Adarê ji bo hevgirtinê dê li gel partiyên Kurdistanî danûstanên wan dest pê bikin.
Pervîn Buldan, ku di şanda Îmraliyê de cîh digirt, di vê hevpeyvînê de behsa sedemên têkçûna pêvajoya aştiyê ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî kir.
Birêz Buldan di sêyemîn kongereya HDPê de hûn weke hevserok hatine hilbijartin. We di kongreyê de rêveberiya HDPê jî guherî, di serdema nû de dê giringiya HDPê li ser çi be ?
Dixwazim bi zelalî bêjim, ku ji bo HDPê dê di serdema pêşiya me de, pêşanî (giringî) bingehên siyaseta partiya me bin. Herwiha dê ew biryar bin ku 5 sal beriya niha partiya me li ser van pîvan û hîman hatiye ava kirin. Partiya Demokratîk a Gelan tenê ji kurdan pêk nayê. HDP nunertiya hemû aliyên li Tirkiyê mafên wan hatine binpêkirin dike. HDP partiya wan aliyan e, ku dengê wan hatiye qutkirin û di heman demê de nûnertiya bawerî û nasnameyên cuda jî dike. Ji niha û pêve jî baweriya me ya bi aştî, azadî û demokrasiyê dê qatbiqat zêdetir bibe û ji bo ev daxwaz werin cibicîkirin jî dê karên me bi lezgînî berdewam bin.
Mixabin em dibînin ku AKP dixwaze HDPê biavêje derveyî qada siyasetê û ji bo vê yekê jî dixebite. Lê li hember van hemû zextan em weke HDP bi çi awayî tawîzê nadin û em li dijî hemû bê heqî û bê dadperweriytê, li ser bingehê heq û hiquq û dadmendiyê li hember van zextan disekinin. Weke HDP berpirsiyariyeke me heye ku em di serdama nû de jî xwe bigehînin hemû aliyan û di heman demê de hêvîya aştiyê bidin hemû gelên Tirkiyê. Ev berpirsiyariya me dê berdewam bike.
Di kongreya we li ser meseleya hevserokatiyê hindek nîqaş jî çêbûn. Di nav HDPê de, di navbera Kurdan û pêkhateyên din de çi pirsgirek û arîşe hene?
Nexêr. Di nav HDPê de di derbarê pêkhateyên din de çi kêşeyên me nînin. Weke hemû partiyên siyasî car caran dibe ku di nava me de jî nîqaş û hindek tiştên neyînî çêbibin, ev tiştekî asayî ye lazim e wisa bê ditîn. Lê Partiya Demokratîk a Gelan bi pêkhateyên xwe heye. Partiye me partiyeke wisa ye ku ji hemû beşên civakê nûner hene. Li gorî vê nûnertiyê lazim e em nirxandinê li ser komiteya me ya navendî jî bikin. Komiteya me ya navendî ji hemû beşên civaka Tirkiyê pêk hatiye û armanca wê jî çareser kirina hemû kêşeyên Tirkiyê ye. Niha çi pirsgirek nîne. Ez dikarim bêjim ku niha vê de jî çi pirsgirek nabin.
Eger dema hilbijartinan neyê guhertin, sala pêşiya me biryare sê hilbijartin werin kirin lê tê gotin ku eger heye dema hilbijartinên serokatî û parlementoyê bikêşin pêş. Hûn pêşbînî dikin ku hilbijartin pêşwext werin kirin?
Li Tirkiyê ti hilbijartinek di dema xwe de nehatiye kirin û nayê kirin jî. Mixabin êdî ev yek bûye rastiyeke Tirkiyê. Her çend dema hilbijartinan 5 salan carek jî be ji ber qeyran û aloziyên li Tirkiyê her dem biryara hilbijartinên pêşwext dide. Ez bawer dikim ku di vê serdemê de dê hilbijartineke pêşwext were kirin, ji ber ku niha rewş nebaş e û Tirkiye berbi karesatan ve diçe. Ez texmîn dikim ku AKP di çarçoveya tifaqa bi MHPê re di demeke nêzîk de Tirkiyê bibe hilbijartinan. Dibe ku dema hilbijartinan weke ku li kulîsan behs dikin negehe 15ê Tîrmehê, lê wisa xuyaye ku di vê payîzê de hilbijartinek li pêşiya me heye.
Li hember tifaqa AKP û MHPê, hindek alî dixwazin ku partiyên din jî werin cem hev û tifaqê ava bikin. Weke ku HDP, CHP, Seadet û İYİ Partî. Gelo dibe tafaqeke wiha çêbibe?
Di van demên dawî de herî zêde ev pirs tê kirin. Dibêjin hûnê bi kî re tifaqê bikin? Hûn bi kî re hevditinan dikin? Lê min di hevpeyvînên xwe yên berê de her tim gotiye, ku em weke HDP bi hêzên demokrasiyê re tifaqan dikin. Em li Tirkiyê tifaqê bi aştîxwazan re dikin. Em tifaqê bi wan aliyan re dikin ku ew daxwaza çareseriya meseleya kurdan dikin. Ji ber ku pîvanên me hene. Em tawizê ji pîvanên xwe nadin. Dikarim bêjim kîjan alî hisabê pîvanên me bike deriyê me ji wan re vekiriye. Bi nêrîna me ew aliyên parastina aştiyê dikin, berevaniya demokrasiyê dikin, yên ji bo bi demokartîkbûna Tirkiyê kar û xebat dikin, divê tev de li bin sîwanekê werin cem hev. Lê belê niha bi ti partiyekê re hevdîtinên me ji bo tifaqê nînin. Bereya tifaqa ji bo me bereyê demokrasiyê ye, bereya hêvî û aştiyê ye.
Di nav hêzên demokrasiyê de kîjan partî hene, weke mînak CHP û Partiya Seadetê jî di nav vê hêzê de ne?
Ez wisa difikirim, ku Partiya Komarî ya Gel (CHP) lêborînekê deyndarê gelên Tirkiyê ye. CHP nikare xwe ji vê qeyranê rizgar bike. Sedemeke mezin a qeyranên heyî jî ev partiye ye. Hem helwest û biryarên wê yên di derbarê meseleya Kurdan de, hem jî di meseleya girtina parlementeran de û di heman demê de jî weke partiyeke şerxwaz e, ji ber ku li parlementoyê ji bo hemû ruxsetên leşkerî (tezkere) gotiye belê. Divê CHP xwe sererast bike. Niha li gel ti partiyekê hevdîtinên me yên ji bo tifaqê nîne. Em ne di nava hewildaneke wisa de ne.
Pervîn Xanim; ji bilî HDPê jî gellek partiyên Kurdistanî hene, weke ez dizanim mafê piraniya wan partiyan ên tevlîbûna hilbijartinan nîne. Ji bo ew partî di bin banê HDPê de bikevin hilbijartinan ti hewldaneke we heye?
Berê jixwe xebateke wisa hebû. Bi taybetî jî em di bin banê HDPê de helwestên partiyên Kurdistanî yên derbarê meseleyên welat de dizanin. Me biryar daye di rojên peşiya me de seredana wan partiyan jî bikin. Dibe ev bernameya me piştî çalakiyên 8ê Adarê dest pê bike. bêguman yeketî û yêkrêziya Kurdan gellek girîng e. Di demekê de ku behsa kongreya neteweytî û yeketiya Kurdan tê kirin; ez bawerim ku eger ew partî biçûk bin jî lê belê muhîm û watedar e ku ew partî bi hev re rabin û bi hev re tevbigerin.
Di gel seredanên me yên rojên pêş de, piştgiriya hemû partiyên Kurdistanî bo HDP dê di mijara yeketiya Kurdan û nêrînên di derbarê Kurdan de cihekî girîng hebe. Pêwîst e ku Kurd di destpêkê de yeketiya xwe di nava xwe de ava bikin. Eger ev yeketî were avakirin êdî ji hêzêk, çi nêrînek nikare destwerdanê li nirxên me bike. Ev mesele ev hinde gîrîng e û bi nirxe e. Ji xwe berê jî hevalbendiya me hebû, niha û pêve jî dê berdewam bibe.
Paketa hikumetê ya derbarê guhertinên yasaya hilbijartinan de hate komisyonê, rojên pêşiya me dê gotûbêj li ser werin kirin. Hûn vê paketê çawa dibînin ? Bi taybetî jî li ser meseleya ewlehiya hilbijartinan nîgeraniyên we hene?
Helbet… Bi taybetî jî li Tirkiyê di referanduma dawî de gellek gendelî û karên ne yasayî hatin kirin. Em hemû baş dizanin ku “nexêr” serkevtibû lê bi hîle û pîleyan û bi dek û dolaban dengên “erê“ hatine pêşêxistin û zêde kirin. Em hemû şahidên vê yekê ne. Tevî ku di destê me de gellek belgeyên cidî jî hene lê mixabin ku îro dadgeh û saziyên hiquqî bêalî nîne em nekarîn çi encaman bistînin.
Niha jî bi guhertinan dixwazin hemû van karên xwe yên ne yasayî bigehînin qonaxeke yasayî. Weke partî helbet li dijî van ne yasayiyan em dê tedbîrên gellek cidî bistînin. Em dizanin ku ne tenê xebatkarên partiya me, di heman demê de alîgir û dengderên me jî di meseleya xwedîderketina sindoqan de hesasîyetekî mezin nîşan didin. Em dizanin ku hemwelatiyên me bi çi rengî cihê dengdanê û sindoqan terk nakin û bêxwedî nahêlin. Di hilbijartinên pêşiya me jî helbet amadekarî ji bo vê yekê dê werin kirin. Em vê pergala ku karên ne yasayî û gendel digehîne qonaxeke yasayî rast nabînin. Ev pergala çêkirina yasayên ji bo berdewamiya desthilatê û jiyandina tifaqa desthilat û MHPê, em bawerin ku dê ji aliyê gelê me ve vala were derxistin.
Hûn demeke dirêj di nav şanda îmraliyê de bûn. We hem bi birêz Ocalan re hem jî bi rayedarên dewletê re hevdîtin pêk anîn. Hûn pêvajoyê bi nêzîkî ve dizanin. Bi dîtina we pêvajoya çareseriyê çima bi dawî hat?
Pêvajo çima bi dawî hat? Em li ser vê mijarê pir axivîn û me gellek nîqaş kirin. Di meseleya bi dawî hatina proseya çareseriyê de roleke mezin a dilsoz nebûna hikumeta AKPê hebû. Di destpêkê de hikumetê pêvajo li gorî rastiyê bi nav ne kir û helwesteke rast û durst jî nebû. Di nava 3 salan de dixwest proseyê tenê weke proseya diyalogan bi rê ve bibe. Herî dawî dema ku me bi birêz Ocalan re hevdîtin kir digot êdî lazim e şandeke çavdêr seredana vir bike. Di 28ê Sibatê de li Qesra Dolmabaxçeyê beyanemeyek hate xwendin. Pêwîst bû ku di bin çavdêriya şandeke çavdêr de, nîqaş li ser vê beyanameyê bihata kirin. Meseleya şandên çavdêr rast e ku di nav raya giştî de gellek hate nîqaş kirin lê hikumeta AKPê, beriya 7ê Hezîranê dixwest pêşiya baweriya bi HDPê bigire. Di heman demê de AKP kete rewşekê ku nedixwest meseleya Kurdan bi rêyên demokratîk çareser bike.
Ez wisa dinirxînim ku proseya çareseriyê yan jî aştiyê ji ber dilsoz nebûna hikumeta AKPê têkçû. Ji ber ku ji destpêkê vew hem di meseleya gavên pêwîst de, hem di gotinan de, hem jî helwestên di derbarê Ocalan de dilsoz nebûn. Em dizanin ku piştî wê demê rê nedan birêz Ocalan bi kesî re hevdîtinan bike û ew niha rûbirûyî tecrîdeke giran e.
Bi kurtî ez dixwazim amaje bi vê yekê bikim, ku sedemên têkçûna proseyê bêçareseriya AKPê û xirabûn û xeletiyên navxweyî yên wê bûn. Ji ber ku birêz Erdogan di daxuyaniya xwe di serî beyanameya li Qesra Dolmabaxçe, ev wêne jî înkar kir û weke tine hesiband. Daxuyaniyek da û aşkere kir ku ew hem beyanameya li wir, hem weneyê li wir nas nake û wî proseya çareseriyê jî ragirtiye û daniye sarincê de. Ev jî ji me re aşkere dike ku sedema têkçûnê hikumeta AKPê ye.
Hindek alî jî dibêjin her çend Erdogan dixwest proseyê betal bike jî lê eger PKK dest bi çalakiyan nekiriba, pêvajotêk nediçû û dê dewam bikira. Li gorî we xwediyên van gotinan heta çend mafdar in?
Ez baş dizanim, ku eger hikumeta AKPê bixwesta pêvajodewam bike, dikarim bi eşkere bêjim ku birêz Ocalan dê biryarên cuda standiba. Di hevdîtina me ya dawî de jî rave kiribû. Birêz Ocalan digot eger şandeke çavdêr were giravê û di bin çavdêriya wan de nîqaş li ser rêkeftinameya Dolmabahçeyê dest pê bikin, ez dê bang li PKKê bikim ku êdî li dijî Tirkiyê çekan bikar neynin û dest ji çekan berdin û kongreyê encam bidin. Rayedarên hikumetê jî vê yekê gellek baş dizanin. Di hemû hevdîtinên me de li ser navê dewletê rayadar hebûn û hemû hevdîtinên me dihatin tomar kirin. Dewletê û hikumetê ev yek dizanî û bi zanebûn ev mesele anîne vê rewşê. Dixwazim bêjim ku sedemên rewşê hikumet û dewlet in. Ez dizanim ku PKK jî dê li gorî bangewaziyên birêz Ocalan tevbigeriya. Dizanin ji ber ku min tenê bi grava Îmraliyê re hevdîtin nedikirin, min heman demê li Qendîlê bi berpirsên KCKê re jî hevdîtin dikirin. Ji ber wê ez evqas bi zelalî gotinên xwe dibêjim. Tiştekî wisa nayê qebûlkirin.
Egereka ji nûve despêkirina proseyeke çareseriyê heye ?
Ez ti caran hêviya xwe wenda nakim. Ez yek ji wan kesan im ku baweriya min heye û lazim e proseyeke nû dest pê bike. Meseleya Kurdan girantir dibe, bûye meseleyeke navnetewî û heta neyê çareser kirin jî ber bi serdemekê wisa ve diçe ku her roj mirov jiyana xwe ji dest bidin. Hê zû ye ku em behsa wê yekê bikin ka wê kengî dest pê bike, lê ez difikirim ku pêwîst e demildest dest pê bike û ya rastî lazim e tecrîda li ser birêz Ocalan demildest were rakirin. Piştî tecrîd rabû, rola Ocalan ya di aştî û çareseriyê de, rola wî ya ji bo demokratîkbûna Tirkiyê hem ji aliyê hikumetê ve hem jî ji aliyê dewletê ve tê zanîn, rastiyeke wisa heye.
Eger îro careke din pêvajodest pê bike, ez bawerim ku birêz Ocalan wê dîsa xwedî heman helwestê be, ji ber ku bi dirêjiya 3 salan perspektîfên wî yên ji bo demokratîkbûn û azadbûna vî welatî hebûn. Ez bi referansa van perspektîfan dixwazim heman tiştan bêjim; li vir lazim e dewlet û hikumet aştiyê bigrin rojeva xwe. Pêwîste demildest vê yekê bikin. Lê roja em weke hevserokê partiyê hatine hilbijartin, serowezîrê vî welatî got, “çareserî û mareserî tine ye”. Niha eger di rojeva hikumetekê, desthilatekê de çareserî tine be ew ê welatekî çawa bi rê ve bibin? Waye bi qeyran û proseyên aloz û gengeşe hewil didin ku reveberiya welat bikin. Ne ku bi jiyan û jiyandin, belkû bi kuştin û mirinê hewil didin welat bi rê ve bibin. Ez dixwazim bêjim ku pêwîst e demildest Tirkiye ji vê astengiyê were rizgar kirin.
Mijareke girîng di rojevê de jî Efrîn e. Zêdetirî mehekê bi ser operasyona Tirkiyê re derbas bûn. Armanca Tirkiyê çi ye û çima destwerdana Efrînê dike ?
Efrîn ne tenê ji bo Kurdan diring e. Ya rastî li wir baweriyên cuda mezhebên cuda jî hene û li Efrînê mijara rêveberiyeke xweser heye. Pêvajoyeke demokratîkbûnê heye. Tirkiye ne tenê li dijî Kurdên nav xwe ye. Li ku dera dinyayê dibe bila bibe, cîranên xwe jî di nav de li hember destkevtên Kurdan acizeyeke wan a mezin heye. Bi destkevtên kurdan aciz dibin. Armanca çûna wan em baş dizanin ku destwerdana wan korîdoran nîne, em vê yekê baş dizanin. Çûna wan li dijî destkevtên li wê derê ne.
Lazim e bizanin ev pêngav li dijî statuya Kurdan e, ku Kurdan bi dest xistiye. Em vê yekê bi zelalî dibînin. Bi taybetî di meseleya Efrînê de niha Tirkiye ketiye tengasiyekê. 33-34 roj in li wê derê hem xelkê sivîl tê kuştin hem proseyeke ku cenazeyên leşkeran tên Tirkiyê. Ez dixwazim bêjim ku pêwîst e Tirkiye demildest ji vê tengasiyê derkeve. Divê demildest dev ji vê xeletiyê were berdan. Ez difikirim ku di vê meselê de jî pêwîst e danûstandin û dîyalog hebe. Riyên hevdîtinê bi kurdan re hene, rê heye ku li ser mêzê bi diyalog mesele werin gotûbêj kirin, tevî hebûna riyên diyalogê jî eger şer û pêvçûn weke rê bên dîtin ez bawer dikim ku ev rê dê demên pêşiya me de li Tirkiyê bibe sedema qeyranên mezintir û dê karên Tirkiyê zehmetir bike.
Hûn hatina hêzên milîs yên girêdayî rejimê bo Efrînê çawa şirove dikin?
Dibe hêzên girêdayî rejimê di berjewendiya Kurdan de derbasî Efrinê bibin. Tiştekî rast nîne ku em behsa hemû hûrgiliyan bikin lê ez texmîn dikim ku rewş dê heta çend rojên pêşiya me zelaltir bibe. Di demekê de ku dê Tirkiye li riyên ji wir derketinê bigere û meseleya hatina hêzên rejimê heye. Em ji niha de nizanin ka Tirkiye heta çend amade ye bi hêzên rejîmê re şer bike anko rûbirûyî hêzên rejîmê bibe. Ji ber wê ez dixwazim bêjim ku pêwîst e hêzên rejimê li destkevtên wê derê xwedî derbikeve û lazim e em wisa li meselê binêrin ku ew destkevtên heyî yên hemû gelên Sûriyê ne. Ji ber wê pêwîste rejîm jî wan destkevtan bi çi awayî nede çi kesekî û ji wan xwedî derbikeve ez wisa difikirim. Helwesta Tirkiyê ya li hember rejimê jî dê heta çend rojan aşkere bibe lê ez bawer nakim ku Tirkiye, tiştên cuda bide pêşiya xwe.
Bi dîtina we eger heye ku dema pêş de Tirkiye bi Esad re jî bikeve diyalogê ?
Ew ê diyalogê bike.. Tirkiye car caran , hindek serok û hindek serokwezîr li gorî berjewendiyên xwe kar kirine. Nêzîkbûna wê li hember Esad jî dê wisa be. Di dema xwe de mil milê hev bûn û li ser hemû meseleyan di navbera wan de danûstandin hebû. Niha ji bo xwe weke dijmin dibîne. Ji ber dibe ku rojên peşiya me careke din bi hev re rabin û rûnin. Ev yêk taybetiyeke Tirkiyê ye. Tirkiye her car di mesele û kêşeyên navnetewî de rê û rêbazeke wisa dimeşîne. Bi welatên cîranên xwe jî helwesta wî hercar wisa bûye. Eger heye ku di vê meselê de jî helwesteke heman şeklî hebe.
Serokomar Birêz Erdogan dibêje rojên peşiya me em ê bikevine navenda Efrînê . Eger artêşa Tirkiye bikeve navenda Efrînê dê encamên wê çawa bin? Dibe ku Tirkiye bigehe armanca xwe ?
Bi nêrîna min ketina navenda Efrînê ewqas hêsan nabe. Waye 33-34 roj in hê jî neketine wê derê. Digotin em ê 3 rojan de herin û çend seatan em ê paqij bikin. Piştî van peyam û daxuyaniyan ez ihtimaleke wisa nabînin ku pêngaveke wisa were avêtin. Dîsa ez bêjim dibe dubare lê ez bêjim ku pêwîst e demildest Tirkiye ji vê xeletî û şaşiyê vegere.
Pirsa dawiyê; dema em li her çar parçeyan dinêrin xuyaye ku Kurd di qonaxeke dijwar û zehmet de derbas dibin. We jî amaje pê kir ku ji bo helwesteke hevpar rola kongreya netewî giring e. Lê tevî hemû hewlan ev kongre hê jî ne civîya ye. Çima heta niha ev kongre ne civiye ? Ji bo kongre bicive wê xebateke we ya taybet hebe ?
bêguman. Ji bo me gelek girîng e, karekî ku sed sal in Kurdan nekariye bikin û ev kar were kirin ev yek ji bo me girîng e. Weke HDP berê jî hewlên me hebûn, ji vir û pêve jî hewlên me dê hebin. Civina kongeya netewî ji bo çareserkirina kêşeyên Kurdan giring e. Pêwîst e em nakokiyên di navber xwe de daynin aliyekî û vî karî bikin. Bi hev re tevgeriyana Kurdên her çar parçeyan bo serdema pêşiya me dê sûdê bide çareseriya meseleyan Kurdan û dê bibe helkevtek ku di derbarê Kurdan de li qada navnetewî jî nêrîneke baş peyda bibe.
Ya rastî ez meseleya yeketiya netewî wisa dibînim ku eger pêk were dê nêrîna welatên cihanê jî li hember kurdan gellek baş be. Demildest pêwîste ku bicive û di pratîkê de pêk bîne. Li ser meseleya yekîtiya neteweyî, hem weke partî hem weke kes, ez dê di nav hewildanan de bim..