Şandeya DEM Partiyê dê kengî serdana partiyan bike?

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê diyar kir ku şandeya Îmraliyê dê serdanên xwe yên partiyên siyasî berdewam bike.

Ofîsa Ragihandinê ya DEM Partiyê derbarê plansaziya şandeya hevdîtinên Îmraliyê ku ji Pervîn Buldanê, Sirri Sureyya Onder û Ahmet Turk pêk tê daxuyaniyek belav kir.

DEM Partiyê di daxuyaniyê de da zanîn ku şande dê roja duşemê bi Partiya Gelecekê, AK Partî û Partiya Saadetê re bicive.

Her wiha roja sêşemê jî dê bi Partiya Yenîden Refahê û Partiya DEVAyê re hevdîtinan bike.

Derbarê hevdîtina bi CHPyê re dîrok nehatiye diyarkirin.

Plansaziya şandeya DEM Partiyê:

6ê Kanûna Paşîn

Demjimêr: 11:00

Bi Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu re

Cih: Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê

Demjimêr: 13:30

Bi Şandeya AK Partiyê ya bi serokatiya Abdullah Guler re

Cih: Parlamentoya Tirkiyeyê

Demjimêr: 15:30

Bi Serokê Partiya Saadetê Mahmut Arikan re

Cih: Navenda Giştî ya Partiya Saadetê

7ê Kanûna Paşîn

Demjimêr: 13:00

Bi Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan re

Cih: Navenda Partiya DEVAyê

Demjimêr 15:30

Bi Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatih Erbakan re

Cih: Navenda Partiya Yenîden Refahê