Gelo senaryoyên Tifaqa Komarî yên ji bo 'girtina HDPê' dikarin pêk bên?
Hewlêr (Rûdaw) - Tê gotin Tifaqa Komarî ji bo girtina HDPê amadekariyan dike. Di vê çarçoveyê de di serî de dê ji alîkariya darayî li ser qut bikin û paşê jî doza girtinê lê bê vekirin. Lê siyasetmedarên bi ezmûn di wê baweriyê de ne ku ji aliyê hiqûqê ve ew yek ne mimkun e.
Li Tirkiyê Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçeli ji bo HDP bê girtin, bang kiribû, lê ev bang ji aliyê hevparê xwe yê Tifaqa Komarî, AK Partiyê ve piştgiriyeke li ber çavan nedît.
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, di derbarê girtina HDPê de got, “Ya giring ew e ku îradeya welatiyan di siyasetê de bi temamî bê nûneratîkirin. Zehmetkirina girtina partiyan sazumaneke me ye ku me ji bo xurtkirina siyaseta sivîl aniye.”
Çelîk herwiha ragihand ku di nav Tifaqa Komarî de nêrinên cuda tune ne.
Wekîlê Serokê Grûba AK Partiyê, Bulent Turan her çiqas amaje bi wê yekê kir ku ew her tim li dijî girtina partiyan bûne jî, îşaretkirina birîna alikariya xezîneyê û xistina parlementeriya parlementeran, îhtîmalê dide vê yekê ku Tifaqa Komarî serî li rêyeke wisa bide.
Li gorî medyayên Tirkiyê tê îdîakirin, ku li gorî 68mîn madeya Destûrê “Partiyên siyasî ji bo tawanan nayê teşwîqkirin” dê HDP ji alîkariya xezîneyê bê “bêparkirin”, paşê bi heman madeyê û li gorî madeya 101 a Qanûna Partiyên Siyasî dê di derbarê partiyê de “doza girtinê” bê vekirin.
Parlamenterê CHPê, Abdullatîf Şener: Girtina HDPê zehmet e û armanc tirsandina alîgirên wê ye
Parlementerê Konyayê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Abdullatîf Şener di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got, ew zextên ku li ser HDPê yên ji aliyê Tifaqa Komarî ve tên kirin, stratejiyeke ji bo hilbijartineke di pêşerojê de ye.
Şener di berdewamiya axavtina xwe de diyar kir, ev tifaq dibîne ku bi vê potansiyela dengên niha, hilbijartina pêşeroje qezenc nake, ji ber vê jî HDP kiriye armanc, qeyûman davêje ser şaredariyên wê, doz li ser kesayetên wê yî giring tên vekirin û parlementeriya parlementeran tê xistin. Bi vî awayî jî dixwaze alîgirên HDPê bitirsîne û wan ji partiya xwe vegerînin.
Abdullatîf Şener ragihand, ku “heta niha bi girtinan, qeyûm, operasyonên li ser hevserokên wan tiştên ku xwestine bidestnexistine. Tifaqa komarî dixwaze hin gavên zêde bavêje, MHP bi awayekî zelal ev yek eşkere kir. Di êrişên Erdogan û AK Partiyan yên li dijî HDPê de ev tên hîskirin.”
Di derbarê birîna alikarîya budçeyê ya HDPê de jî Şener diyar kir: “Alîkariya xezînê ya HDPê mafekî Destûrî ye. Hêj li holê ti dozek tine, bê gotin ez pere nadim, li dijî kevneşopiyên siyasî yên heta niha ye.”
Li ser girtina HDPê Şener tekez kir, ku îhtîmala girtina HDPê zehmet e, dozvekirina girtinê jî zehmet e. Ji ber ku bi gotina wî, “madeyên girêdayî girtina partiyan di Destûre de hatine guhertin, girtina partiyan hatiye zehmetkirin. Ger doz bê vekirin û partî neyê girtin, dê pirsgirêkên mezintir derkevin.”
Parlamenterê HDPê, Maçîn: Parçeyek ji siyaseta mehandina HDPê ye
Li aliyê din li ser girtina HDPê, Parlementerê HDPê yê Rihayê Nusrettîn Maçîn vê yekê wek “çîrokên girtina partiyan” bi nav kir û got, gotin û daxuyaniyên di derbarê girtina HDPê de “parçeyek ji siyaseta mehandina HDPê ye.”
Maçîn axaftina xwe wiha domand: “Di vî warî de cepheya faşîst, nîjadperest, neteweperest ya ku li Tirkiyê ji aliyê hevpeymaniya AKP-MHPê ve hatiye afirandin bi taybetî di serî de Bakurê Kurdistanê, li Rojava û Başûrê Kurdistanê di nav êrişan de bû.”
Maçîn amaje bi wê kir ku li metrepolên Tirkiyê wek Stenbol û Îzmîrê rêjeya Kurdan ji sedî 30-35 e û got, li wan metropolan li dijî wan hêzên xerab ronîbûnek giring pêk hat.
Wî parlementerê HDPê yê Rihayê destnîşan kir, “nikaribûn bi hêza dewleta polîs û di parlemenntoyê de HDPê bêdeng bikin. Niha jî birîna alîkariya xezîneyê anîne rojevê. Li gorî kîjan qanûn û prosedûre dikarin gavek wisa bavêjin? Ev perpitandina AKP-MHPê ya dawîn e. Dê civaka Kurd vê hevpeymaniya şer di van hilbijartinan de bivin.”
Maçîn di dewama axaftina xwe de diyar kir ku HDP bi alîkariya xezîneye nehatiye vê derê, ew bi alîkariya alîgir û xebatên xwe hatiye heta vê derê. Û got “Gotineke Amediyan heye, ev zirt in. Nikarin bi vana xelkê bixapînin.”
HUDA-PAR: Em li dijî girtina partiyan e
Li ser vê mijara partî girtinê Sekreterê Giştî yê HUDA-PARê Şehzade Demîr ji Rûdawê re diyar kir ku ew naxwazin bi riya HDPê beşdarî nîqaşan bibin û got, “Bi awayekî giştî em ne alîgirê girtina partiyên siyasî ne.”
DEVA: Dixwazin rojevê biguherînin
Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê, Alî Babacan di derbarê vê mijarê de nêrînên xwe anîbû ziman û diyar kiribû ku bangên di derbarê “girtina HDPê” de, “ji bo guherandina rojevê ne.”
Babacan gotibû: “Pirsgirêkên vî welatî pirsgirêkên mezin û pirsgirêkên kûr in. Hûn nikarin bi hemasetê, bi anîna rojevê ya mijarên din, pirsgirêkan veşêrin. Kesên ku nikarin serkeftinan çê bikin, li tawanbaran digerin. Em giringiyê didin demokrasiyê. Azadî li hesabê hinekan neyê jî, em giringiyê didin vê.”
Partiya Pêşerojê: Girtina partiyan ne metodeke demokrasiyê ye
Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu jî got “Di demokrasiyê de girtina partiyan wek metodek nabînin, ev ne tenê yên partiyê birêve dibin, yên deng dane partiyê jî tên cezakirin.”