Tirkiyeyê dest danî ser mal û milkê 14 fenomenên medyaya civakî

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê di çarçoveya lêkolîneke derbarê spîkirina pereyan de dest danî ser mal û milkê 14 fenomenên medyaya civakî.

Li Tirkiyeyê piştî desteserkirina fenomena medyaya civakî Dîlan Polatê û hevjînê wê Engîn Polat bi tohmeta spîkirina pereyan ev demek e derbarê hinek ji fenomenên medyaya civakî de operasyon hatine destpêkirin.

Li gorî ajansa fermî ya Tirkiyeyê di çarçoveya lêkolîna derbarê Dîlan Polatê û hevjînê wê de ku navenda wê li Stenbolê bû, li 6 bajarên din ên Tirkiyeyê jî operasyon hatine kirin.

Di wan operasyonan de 24 fenomenên din ên medyaya civakî hatine desteserkirin. Herwiha 16 ji wan hatine girtin û lêkolînên derbarê wan de berdewam in.

Li gorî zanyariyan doh di çarçoveya lêkolîna derbarê Dîlan Polatê de bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê dest hat danîn ser mal û milkê 12 fenomenan.

Ew fenomenên ku serdozgeriyê di çarçoveya lêkolîna Dîlan Polatê de dest daniye ser mal û milkên wan ev in: Eylul Ozturk Ozkan, Feyzanur Başar, Îlayda Topal, Îlke Elagoz, Kadîr Yîgît, Merve Nur Korkut, Muhammed Oguz Başar, Murat Yîgît, Tolunay Topal, Yasemîn Yîgît, Tugba Demîr, Yavuz Selîm Korkut.

Serdozgeriyê herwiha di çarçoveya lêkolîneke cuda de bi tohmeta spîkirina pereyan dest danî ser mal û milkê fenomena medyaya civakî Ozlem Altinok Ozê û hevjînê wê Tayyar Taylan Oz jî.