HDKê derbarê serdana CPT a Îmraliyê de daxuyaniyek da

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ragihandin, ku divê demildest tecrîda li ser Ocalan a qedexeya hevdîtinan bê rakirin.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), derbarê rewşa Abdullah Ocalan û rewşa wî de li navenda OHDê ya li navçeya Beyogluya Stenbolê konferanseke rojnamevanî lidar xistin.

Parêzerên Ocalan dibêjin, 20 meh in bi ti awayî zanyarî ji Ocalan wernegirtine.

HDK di daxuyaniya xwe de wiha dibêje:

“Tevî hemû hewldanan jî ev nêzî 2 sal in ji brêz Ocalan ku di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin tu agahî nayê girtin. Abdullah Ocalan 3 sal in bi parêzerên xwe re ji mafê xwe yê hevdîtinê sûd werbigre. Weke ku raya giştî bi bîr bîne, birê Ocalan piştî hevdîtina bi parêzerê xwe ya 27ê Tîrmeha 2011’an heta 2ê Gulana 2019’an bi temamî neqanûnî, carekê jî destûr nedan ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne. Di encama greva birçîbûnê ya bêdewam û bêdorveger a Parlamentera HDP’ê ya girtî Leyla Guven û piştre bi hezaran girtiyên siyasî yên di 8’ê Mijdara 2018’an de, li Îmraliyê yekemîn di 2’yê Gulana 2019’an de û ya dawî jî di 7’ê Tebaxa 2018’an de îmtiyazek ji tecrîda mutleq a Îmraliyê hat vekirin, Ocalan 5 caran bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk aniye, cara yekem di 2’ê Gulana 2019’an de, ya dawî jî di 7’ê Tebaxa 2019’an de. Ji peywendiya telefonî ya ku di 25 Adara 2021an de pêk hat û ji nişkeve hat birrîn vir ve, derbarê wî de gihandina ti agahiyek piştrstkirî pêkan nebû. Di heyama 20 mehan de piştî hevpeyvîna navborî ew bi temamî ji cîhana derve re hat razberkirin, di şert û mercên ne-peywendî yên mutleq de hatiye girtin.

Li gorî qanûnên neteweyî û navneteweyî ne pêkan e ku pêşî li hevdîtina bi parêzeran a li ser kesê ku di girtîgehê de ye were girtin yanî her kes dizane ku ev rewşa îstîsna ne qanûnî ye. Ji ber ku pîvaneke gerdûnî ya mafên mirovan e, wek ku di xala 1ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de hatiye diyarkirin, ku her kesê ku di girtîgehê de ye, ji bilî bêparkirina azadiya xwe bi biryara dadgehê ya rewa, divê xwediyê hemû mafên din be....

“CPT Îmraliyê jî tevlî serdana xwe kiriye”

Herî dawî komîteya pêşîgirtina kiryar an cezayên ne rûmetî an ne mirovî û îşkenceyê ya Ewropayê ku organeke Konseya Ewropayê ku navê wê yê kurt CPT ye, di serdana xwe ya 20-29’ê Îlona 2022’an de pêk aniye û navendên vegerandinê dike mijara xwe tevî ku ne di salnameya xwe ya rojane de nebû jî, tevlî serdana Îmraliyê bû.

Lê belê ji aliyê Buroya Hiqûqê ya Asrinê ve hat ragihandin ku di Îlona 2022'an de dema CPT'yê çû Girava Îmraliyê, hat bihîstin ku birêz Ocalan derneketiye hevdîtinê, di 29.11.2022 de raya giştî hat agahdarkirin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku taybetmendiya serdanên CPT’ê hevdîtinên taybet ên bi girtiyan re ye û diyar e ku rastbûna gotineke bi vî rengî wê serdana CPT’ê bike nîqaş. Ev yek pêwîstiyeke nirxên rêxistinê û hiqûqa navneteweyî ye ku CPT girêdayî serdana xwe ya Girava Îmralî ya ku di bin hikmê wê de ye agahdar bike. CPT di raporên xwe yên berê de diyar kiribû ku rewşa Îmralî ya " Incommunicado /Bêkomînîka" yanî mekanîzmayên ku karibin bi cîhana derve re têkiliyê deynin, bi tevahî, di heman demê de û bê navber tên astengkirin û ji her cure parastina hiqûqî bêpar tên hiştin. Ev tespît di heman demê de tesbîta binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye.

Tevî vê tespîtê, erka komîteyê ew e ku kesên ji azadiya wan bêpar in li hember îşkence û cureyên din ên muameleya xerab biparêze, dema ku serdana xwe bêyî dîtina Ocalan temam kir û di vê mijarê de daxuyanî nedaye bi hebûna komîteyê re li hev nake. Di vê çerçoveyê de danasîna mafên destûrî û îmkana hevdîtina bi Birêz Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê re weke pêwîstiyeke hiqûqa gerdûnî ye û divê saziyên pêwendîdar li gorî erkên xwe agahiyên pêwîst bidin.”

 

 

Li aliyê ji Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Bulent Aşa derbarê heman mijarê de wiha axivî “Armanca sîstema tecrîda li Îmraliyê ya 24 sal in ku dewlet yasayên xwe cibicî nake û dimeşîne diyar e. Armanca li vê derê diyar e, dixwazin zextê li ser nasnameya siyasî ya birêz Ocalan bikin û gelê Kurd bê statu bihêlin. Weke hûn dizanin 24 sal in bênavber sîstemeke tecrîdê berdewam dike. Ji xwe ji 1999an heta 2011an hevdîtinên parêzeran bi awayekî îstîsnayî hatin kirin. Ji 27ê Temûza 2011an ve hevdîtinên parêzeran bi temamî hatin qedexekirin. Ji 2011an heta niha tenê 5 caran bi parêzeran re hevdîtin çê bû. Ew jî li ser bertekên raya giştî û bandora grevên birçîbûnê hatin kirin. Peywendiya telefonî ya dawî jî 25ê Adara 2021ê hat kirin. 20 meh in me ji birêz Ocalan zanyarî wernegirtine. Di vê hevdîtinê de jî birêz Ocalan got; `ev bêprensîbî ye û bang li dewletê kir, ku cidî be` û daxwaza mafê hevdîtinên bi parêzeran re, bi malbatan re, bi wasiyan re, peywendiyên nameyî û telefonî ku bo hemû girtiyan hene kir. Peyama ku li vê derê da gelekî zelal e. Bang li dewletê kir, ku yasayên xwe cîbicî bike û ev bêcidiyetî qebûl nekiriye. Di çarçoveya vê bingehê de zanyariya ku ji aliyê Ofîsa Hiqûqê ya Asrin belav kiriye, di serdana dawî ya CPTyê de derneketiye hevdîtinê û ev rewş çê bûye. Derneketina wî ya bo hevdîtinê berdewamiya berteka wî ya di peywendiya ligel malbatê de ye. Li vê derê berxwedanekê dike. Di vir de erkeke zêde dikeve ser milên saziyên hiqûqî. Ji çar aliyên cîhanê û ji Kurdistanê gelek hiqûqnasan ji bo hevdîtina ligel Ocalan serî li Wezareta Dadê dan. Bi heman awayî hevserokên Partiya Demokratîk û Gelan jî daxwaza hevdîtina birêz Ocalan ê li Girtîgeha Îmraliyê kirin. Derbarê vêya de heta niha ti bersivek nehat dayîn. Ji ber vêya jî divê saziyên hiqûqî demildest dest bi tevgerê bikin û em daxwaza destpêkirina hevdîtinên bi parêzeran re ên bi rêkûpêk dikin.”