Fermandariya Giştî ya Cendermeyan derbarê Kiliçdaroglu de gilî tomar kir

02-11-2022
RÛDAW
Nîşan Kemal Kiliçdaroglu Madeyên Hişbir Fermandariya Giştî ya Cendermeyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Cendermeyan li ser îdîaya Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu de ku gotibû Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu çav li madeyên hişber digre gilî tomar kir.

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu 31ê Cotmeha 2022ê li ser hesabê xwe yê medya civakî vîdeoyek belavkiribû û gotibû: “Tirkiye berê welatê derbaskirina maddeyên hişber bû, lê AKPê niha welat kiriye bazarek bo maddeyên hişber. We yasa derxisti bo bazirganên maddeyên hişber û spîkirina pereyan û we got bînin û em li çavkaniya wê napirsin. Niha Tirkiye serlîsteya welatên spîkirina pereyan e li Ewropayê û desthilat çav li vê yekê digre.”

Li gor medya Tirkiyê li ser van gotinên Kiliçdaroglu Fermandariya Giştî ya Cendermeyan li Serdozgeriya Komarê ya Enqerê gilî tomar kiriye. Fermandariya Giştî ya Cendermeyan îdîa kiriye ku Kiliçdaroglu di vîdeoya ku 31ê Cotmeha îsal de li ser hesabê xwe yê medya civakî de belav kiriye hêzên emnî armanc kiriye.

Berî demekê Sedat Peker ku wek serokê mafya Tirkiyê tê naskirin û niha li derveyî wî welatî dijî, îdîa kiribû ku çend berpirsên AKPê ji Başûrê Amerîkayê maddeyên hişber vediguhêzin Tirkiyê. Berpirsên Opozisyonê jî Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu û kurê Serokwezîrê Berê yê Tirkiyê Bînalî Yildirim tohmetbar dikin.

Li gor rapora Şubeya Rûbirûbûna Maddeyên Hişber ser bi Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Tirkiyê ku sala 2022ê belav kiriye, bikaranîna maddeya core metamfetamin di du salên derbasbûyî de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 5.5 qat zêde bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst