Kiliçdaroglu: Demirtaş û Kavala bi neheqî di girtîgehê de ne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ji ber mana hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş û karsaz Osman Kavala di girtîgehê de desthilatdariya Tirkiyê rexne kir û got: “Demirtaş û Kavala bi neheqî di girtîgehê de ne.”

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu îro Sêşemê 2ê Mijdara 2021ê di civîna koma partiya xwe de axivî û got: “Cîbicîkirina biryarên dadgehan erka bingehîn a her dewletî ye. Bingeha dewletê dadwerî ye.”

Kiliçdaroglu derbarê mijarên di rojevê de axivî û bi taybetî amaje bi berdewam girtî mana Demirtaş û Kavala kir û got: “Demirtaş û Kavala bi neheqî di girtîgehê de dimînin. Dz dûbarê dibêjim Demirtaş û Kavala bi neheq di girtîgehê de dimînin, wijdana min qebûl nake. Dibe ku wan di jiyana xwe de ti caran dengên xwe nedane CHPê û nebûne alîgirê CHPê jî, lê erka me dadwerî ye, li dijî neheqiyê têkoşînkirin e.”

Di berdewamiya axavtina xwe  Kiliçdaroglu got jî: “Tenê sûcek wan heye ew jî pasaporta wan ne ya Amerîkayê bû. Eger pasaporta wan a Amerîkayê heba dê bi kirina telefonekê ji Tirkiyê derketina. Ma gelo ti caran Tirkiye bi rezaleteke wiha re rûbirû maye? Li gor rêgezên demokrasiyê girtîmana wan li girtîgehê xelet e.”