Li Tirkiyeyê xwendekar dest ji xwendinê berdidin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê, îsal li gorî par li dibistanan hejmara xwendekaran bi qasî mîlyonekê kêm bûye.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê, duh amarên xwendinê yên sala 2023-2024an belav kirin.

Li gorî amaran, ji ber rewşa xirab a aborî hejmara xwendekarên ku dest ji xwendinê berdaye zêde bûye.

Di sala xwedinê ya 2022-2023yan de, li dibistanên navîn 6 mîlyon û 789 hezar û 681 xwendekaran dixwend.

Ev hejmar di sala xwendinê ya 2023-2024an de daketiye 5 mîlyon û 796 hezar û 881 xwendekaran.

Li dibistanên amadehiyê yên fermî hejmara xwendekaran, ji 4 mîlyon û 208 hezar û 263 xwendekaran daketiye 4 mîlyon û 159 hezar û 331 xwendekaran.

Li Dibistanên amadehiyê yên xwendina ji derve ji 2 mîlyon û 9 hezar û 480 xwendekaran daketiye mîlyonek û 75 hezar û 550 xwendekaran.

Li dibistanên amadehiyê yên taybet jî hejmara xwendekaran ji 571 hezar û 938an daketiye 562 hezaran.

Li gorî van amarên fermî, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dibistanên navîn û amadehiyê mîlyonek xwendekaran dest ji xwendinê berdaye.

Xwendekarên Îmam Xetîban zêde bûne

Lê li dibistanên Îmam Xetîbê rewş hinekî cuda ye.

Li dibistanên navîn ên Îmam Xetîbê di sala 2023-2024an de hejmara xwendekaran ji 3 hezar û 432an daketiye 3 hezar û 404 xwendekaran.

Lê li dibistanên navîn ên ku di bin banê dibistanên amadehiyê yên Îmam Xetîbê de hatine vekirin hejmara xwendekaran zêde bûye.

Ji 765 xwendekaran bûye 815 xwendekar.

Xwendekarên li dibistana navîn a Îmam Xetîbê dixwînin 691 hezar û 422 xwendekar in, ji wan 362 hezar û 403 xwendekarên keç in.