Erdogan qonaxeke nû derbarê destûra Tirkiyeyê da destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyeyê piştî bêhnvedana havînê deriyê xwe vekir û gotûbêjên li ser Destûra Bingehîn a nû jî dest pê kirin.

Ev demeke ku desthilata Tirkiyeyê, behsa destûreke nû dike û biryare vê mehê seredana aliyên siyasî bike.

Heyama nû ya Parlamentoya Tirkiyeyê di bin nîqaşên destûra bingehîn a nû de dest pê kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di axavtina xwe ya vekirina parlamentoyê de bang li mixalefetê û civakê kir ku beşdarî kar û xebatên nivîsandina “destûreke sivîl û demokratîk” bibin.

Erdogan got, “Niha li pêşiya me erk û derfeteke nû heye. Ew jî piştî salên destpêkê yên komara me ji bo welatê me nivîsandina destûreke nû û sivîl e.

Ev destûra niha ku di nav 41 salan de biçûk mezin zêdeyî 20 caran hatiye guhertin û bûye bexçikeke pînekirî, di sala 2023an de têra Tirkiyeyl nake.”

Parêzerê mafên mirov û nivîskar Mehmet Guzeler jî dibêje rast e pêwîstî bi destûreke nû heye lê divê wekî yên berê Kurd neyên înkarkirin û nasname û zimanê Kurdî di destûra nû de cîh bigre.

Li gorî xala 66emîn a Destûra Bingehîn a Tirkiyê pênaseya welatîbûnê wiha hatiye kirin û di serî de Kurd hebûna hemû milletên din hatiye înkarkirin:

“Hemû kesên ku welatiyên dewleta Tirkiyê ne Tirk in. Zarokên bav an jî dayikên wan Tirk, Tirk in.”