Dosyeya rakirina parêzbendiya Buldan û Tanrikulu ji Parlamentoyê re hat şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Dosyeya rakirina parêzbendiya hevseroka berê ya HDPê Pervin Buldan û Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgin Tanriklu ji Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê re hat şandin.

Parlamentoya Tirkiyeyê roja Yekşemê 1ê Cotmehê  dest bi heyama nû kir.

Piştî destpêkirina heyama nû ya Parlamentoya Tirkiyeyê, yekemîn dosyeyên rakirina parêzbendiya parlamenteran bo parlamentoyê hatin şandin.

Serokkomariya Tirkiyeyê, dosyayên rakirina parêzbendiya Pervin Buldan, Sezgin Tanrikulu, Serokwekîla Koma YSPyê Meral Daniş Beştaş, Parlamenterê Partiya Demokrat Cemal Enginyurt û Parlamenterê CHPyê Murat Bakan ji Parlementoya Tirkiyeyê re şandin.

Serokatiya Parlamentoyê, dosyeyên rakirina parêzbendiya 5 parlamenteran ji Komîsyona Têkel a Destûrê ya Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê re şandin.

Dosyeyên parêzbendiyê, dê li Komîsyona Têkel a Destûrê ya Dadê bên nirxandin û eger bên qebûlkirin dê ji bo dengdanê ji Lijneya Giştî ya Parlamentoyê re bên şandin.

Dosya piştî hatin şandin dê deng li ser bê dayîn.

Piştî dengdanê eger biryar bê dayîn ku parêzbendiya wan parlamenteran bê rakirin dê li dadgehê derbarê wan de pêvajoya darizandinê dest pê bike.

Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgin Tanrikulu meha borî di bernameyeke televîzyonî de behsa tawan û komkujiyên artêşa Tirkiyê yên li Bakurê Kurdistanê kiribû.

Tanrikulu diyar kiribû ku tawanên artêşa Tirkiyeyê li Dadgeha Mafên Mirov hatine piştrastkirin.

Ew parlamenterê Amedê, ji wê demê ve bûye armanca rexneyên desthilatê û beşek ji mixalefeta Tirkiyeyê.