Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê çalakiyên protestokirina kuştina Jîna Emînî

Hewlêr (Rûdaw) - Piştgiriya rêxistinên sivîl ên Tirkiyê bo xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dijî awayê canjidestana Jîna Emînî roj bi roj zêdetir dibe û “Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin” dibêje, ew dê li ser çalakiyên xwe berdewam bin.

Piştî canjidestdana Jîna Emînî ku ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve hatibû girtin, bû sedema nerazîbûn û xwenîşandanên berfireh li Îran û Rojhilatê Kurdistanê.

Îro li çend bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê weke Amed, Wan, Colemêrg, Edene, Stenbol, Enqere û Mêrsinê ji protestokirina Jîna Emînî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû kuştin çalakî hatin lidarxistin.

Li Stenbolê bi dirûşma “Jin bi hev re bi hêz in” li ber navçeya Kadikoyê Stenbolê hejmareke çalakvanên jin li hev civiyan û çalakiya protestoyî li dar xistin. Beriya çalakiyê li gelek xalên Kadikoyê û cihê ku dê çalakî lê bihata kirin ji aliyê polîsan ve berdest hatin danîn.

Tevî astengiyan jî bi hezaran jin hatin cem hev û bê navber dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Nan, kar azadî", "Zen, zedengî, azadî" û  “Bimre dîktator” berz kirin.

Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînîn ku di rojên borî de li Stenbolê çend çalakî li ber Konsulxaneya Îranê kirine dibêje, dê li ser çalakiyên xwe berdewam bin.

Nûnera Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînîn Malîk Onder dibêje: “Îro û ligel berfirehbûna çalakiyan, dibînin ku ne tenê dijî hîcaba neçarî, lê dijî melayan û ferzkirina şerîetê jin xebatê dikin. Bêguman wateyeke vê ya girîn û mezin bo hemû cografyaya Rojhilata Navîn heye.”

Herwiha li bajarê Amedê jî tevî ku xwepêşandan hatibû qedexekirin hejmareke jinan kom bûn û kuştina Jîna Emînî protesto kirin.

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê li ber avahiya partiyê daxuyanî da û çalakiya rûniştinê pêk anî. Meclisa Dayikên Aştiyê ya Colemêrg û Geverê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Şaxa Colemêrgê û gelek jin tevlî çalakiyê bûn.

Hevseroka HDPê ya Navçeya Navendî Sînem di daxuyaniyê de got, "Divê baş were zanîn ku têkoşîn û berxwedana bindestan bi taybetî jinan nayê astengkirin. Careke din silav li jinên ku li hemû qadên cîhanê têkoşîna jinan bilind dikin û li Îranê li berxwe didin."

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Çalakiya ku dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” hatin berzkirin û çalakî  bi gerandina govendê bi dawî bû.

Piştî şoreşa gelên Îranê di sala 1979an de çendîn car xwepêşandan li wî welatî hatine kirin, a dawî ya sala 2019an bû ku li bajar û bajarokên 29 parêzgehên wî welatî belav bû.

Lêkolera li Navenda Omran Seba Abdullatîf jî got: “Berê xwepêşandan bo başkirina rewşa aborî, nehiştina guşarên emnî û siyasî dihat kirin, lê vê carê gelekî cuda ye. Rewşeke civakî sedem bû bo teqîna nerazîbûnan û destpêkirina xwepêşandanan ji aliyê gelên Îranê ve.”

Canjidestdana Jîna Emînî di roja 16ê Îlonê de, piştî desteserkirina wê ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê ve bi tohmeta pêbendê yasaya hîcabê ya Îranê nebûye, bû sedema nerazîbûn û xwepêşandanan li beşeke zêde ya bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Ji wê demê ve xwepêşandan û nerazîbûn berdewam in û sînorên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê jî derbas kirine.