Davutoglu: Xelet e em li ser bingeha ‘Kurd gef e’ siyasetê bikin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Partiya Paşerojê dibêje, divê Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê peywendiyê li gel Kurdan dane û tekez dike “xelet e em li ser bingeha `Kurd gef e` siyasetê bikin.

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu di bernameyeke televîzyonî de behsa pirsa Kurd, siyaset û pêngavên hikûmeta Tirkiyê yên li Iraq û Sûriyê kir.

Ahmet Davutoglu ku demekê wezîrê derve û heyamekê jî serokwezîrê Tirkiyê bû, bi pêwîst dibîne Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê peywendiyê li gel Kurdan pêk bîne û got, “ji bo ku heman xeletiya li Iraqê dubare nekin, nabe reftarên ciyawaz li Sûriyê bikin û tenê li ser metirsiya Kurd siyaset bê kirin. Hinek dixwazin bêjin gefa Kurd lê li wir gefa PKKê heye. Bîroka me wiha bû; çawa li bakurê Iraqê peywediya me ya nêzîk li gel Barzanî û Kurdên derveyî PKKê heye, me li Sûriyê jî hewlên zêde dan ku Kurdên derveyî PKKê li xwe nêzîk bikin û peywendî li gel danin.”

Davutoglu ev mijar bi proseya aştiyê ve girê da û  got, “Dema ku 2013an proseya çareseriyê hat çalakkirin, niha hemûyan ev jibîr kiriye, birêz Erdogan jî jibîr kiriye, bi taybetî li gel bi destpêkirina peywendiya li gel Bahçelî. Wê dema posta serokwezîriyê radestî min kir Erdogan got, `du emanetên min bo te hene; proseya çarseriyê û rûbirûbûna Gulen`.”

Li ser wê siyaseta ku Tirkiye niha li Iraq û Sûriyê peyrew dike, Davutoglu got, “Li gel hatina Bihara Erebî me hêlek li başûrê Tirkiyê kêşa ku ji Silêmaniya Iraqê dest pê dike, başûrê Mûsilê, başûrê Kerkûkê, başûrê Hesekê, başûrê Reqa, başûrê Heleb, bakurê Humis ta digihije Lazqiye û Tartûsê. Min her tim digot ev hêla asayişa Tirkiyê ye, her tiştê li wê navçeyê di 100 salên dahatûyê de Tirkiye diyar dike.”

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu tekez dike, hatina DAIŞê berevajî wê ku tê gotin di berjewendiya Tirkiyê de bû, gurzeke mezin bû ku bi ber Tirkiyê ket û got, “Me peywendiyeke baş li gel Mûsilê hebû. Parêzgarê Mûsilê kesekî nêzîk li Tirkiyê bû. Encûmena Parêzgeha Mûsilê navber bi navber li gel Tirkiyê kom dibû. Kurd, Ereb û Tirkmenên Mûsilê jî li gel Tirkiyê dişêwirîn ka kê bikin parêzgar! Bexda jî bi vê nîgeran nebû, lêbelê hatina DAIŞê ji wê hêla me behs kir, xencerek bû li Tirkiyê hat dayîn û bi enqest jî DAIŞ arasteyî wê navçeyê hat kirin. Hinek dibêjin `DAIŞê piştevanî ji Tirkiyê wergirt`, ev bi ti şêweyekê rast nîne. Heta wê dema ku DAIŞ derkeve Tirkiyê karîgerî li ser hemû wê hêlê hebû. Derkeftin û bihêzbûna DAIŞê gurzek bû ji bo lawazkirina Tiriyê li navçeyê.”